Cîgira seroka ABF’ê Sevîm Yalincakoglu: HTŞ têkoşîna jinan hedef digire
- 09:03 22 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Cîgira Serokê Federasyona Bektaşî Elewî Sevîm Yanlicakoglu da zanîn ku li Sûriyeyê êrîşên il hember jinan sîstematîkin û HTŞ û rêxistinên wek wê têkoşîna jinan hedef digirin.
Êrîşên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayê Tikriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Komkujiyên ku HTŞ'ê li hember jinên şoreşger pêk tînin ji aliyê rêxistinên jinan ve rastî bertekên mezin tên û li gelek bajarên Tirkiyeyê ev tên protesto kirin. Cîgira Serokatiya Federasyona Bektaşî Elewî (ABF) Sevîm Yalincakoglu der barê êrîş û komkujiyên li Sûriyeyê tên jiyînê axivî. Sevîm Yalincakoglu da zanîn ku jinên li dijî çeteyên selefî têdikoşin hedef tên girtin û got heta Sûriyeyek demokratîk neyê avakirin wê ev tundî jî bidawî nebe.
‘Divê Sûriyeya demokratîk bê avakirin’
Sevîm Yalincakoglu balkişand ser komkujiyên li Sûriyeyê tên jiyînê û got polîtîkayên HTŞ’ê li ser tunekirina jinan e û wiha pê de çû: “Li dijî jinên azad li dijî jinên jiyana xwe ava kirine sazbûneke dijmin heye. Colaniyê kujer û çeteyên HTŞ’ê di esasê de parçeyek DAIŞ’ê ne. Em ji berê de dizanin ku ev çete çi bi jinan dikin. Heta çavsorên HTŞ’ê li Sûriyeyê tune nebin wê Sûriye di bin tehdîdê de be û Sûriyeyek demokratîk jî neyê avakirinê.”
‘Li Rojava wê jinên têkoşer li berxwe bidin’
Sevîm Yanlicakoglu wiha dirêjî dayê: “Bi taybet jinên têkoşer dibin hedef. Şervanên Kurd ên jin dibin hedef. Tundiya li ser jinên şervan her tiştî nîşan dide. Armanca van çeteyan ev e ku jinan hepsê malê bikin û hedef bigirin. Lê jinên li Rojava wê jiyana xwe biparêzin. Wê li dijî kujerên HTŞ’ê li berxwe bidin. Jinên berxwedêr xetek têkoşînê ava kirin. Ji ber vê dibin hedefa kujeran. Wê li Rojava jin rojê bînin û teslîmê tarîtiyê nekin.”
‘Dixwazin nifşê pêşerojê tune bikin’
Sevîm Yanlincakoglu balkişand ser qetilkirinên jinan û wiha bi lêv kir: “Jinên Elewî li Lazkiyê hedefa çeteyan de ne. Raste rast êrîşê bedena jinan dikin. Dixwazin nifşê pêşerojê tune bikin. Îro li Tirkiyeyê jî qirkirina zayendê heye. Mêr li her derê jinan qetil dikin. Di hîmê vê de jî zîhniyeta emevî heye.”
‘Em li dijî zaliman e’
Sevîm Yanlicakoglu wiha dirêjî dayê: “Em li dijî komkujiyên li Sûriyeyê di çalakiyan de ne. Em bêyî li nasnameya kesan binêrin em têdikoşin. Jinên Elewî yên li Lazkiyê tên qetilkirin çi ne, yên Rojava jî ew in. Em li nasnameyê nanêrin. Em li dijî zaliman e. Heta Sûriyeyek demokratîk wê çalakiyên me bidomin. Di komkujiya li Rojava de destê Tirkiyeyê jî heye. Xwîna me li destê van dewletan e. Em bang dikin piştgiriya xwe ji van kujeran bikşînin. Daxwazake me ya berê hebû. Me xwest heyetek çavdêr li dijî komujiyên li hember Elewiyan biçin. Em vê dubare dikin. Bila heyetek biçe Sûriyeyê.”







