ROJAVA 22'YÊ ÇILEYA 2026'AN
- 09:00 22 Çile 2026
- Rojev
* Endama MYK’a ÎHD’ê Gulseren Yolerî balkişand ser astengiyê li pêş mayîndebûna aştiyê û got divê civaka sivîl xetên sor bibezîne û di têkoşîna hevpar de bên gel hev. Gulseren Yolerî anî ziman ku polîtîka zextê ya dewletê hêviya aştiyê qels kiriye. BI DÎMEN
* Cîgira Serokê Federasyona Bektaşî Elewî Sevîm Yanlicakoglu da zanîn ku li Sûriyeyê êrîşên il hember jinan sîstematîkin û HTŞ û rêxistinên wek wê têkoşîna jinan hedef digirin. BI DÎMEN
*Felek Erdem ya TJA’yî êrîşên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê nirxand û got êrîş berdewama zîhniyeta DAIŞ’ê ye û wiha got: “Divê Tirkiye dest ji zimanê şer berde. Divê li gorî mutabakata 10’ê Adarê tevbigere.” BI DÎMEN
*Jinên ku li ser sînorê Qamîşloyê kom bûn, li dijî êrîşên li ser Rojava daxwaza aştiyê kirin. Jinan bal kişandin ser wêrankeriya şer a li ser jin û zarokan û diyar kirin ku ew ê dev ji hevgirtina xwe bernedin û gotin, "Rojava dilê me ye, em sînoran nas nakin." BI DÎMEN
*Jnên parlamenter ên partiyên Sosyal Demokratlar, Yeşiller ve BastA! jî bo Rojava peyama piştevaniyê şandin. DÎMEN HEYE
* Akivîsta TJA'yê Çîmen Fîdan, ku duh di nav şandeya ku çû Rojava de bû, diyar kir ku mirovên ji her temenî li kolanan bûn û got, "Me dît ku Rojava ji bo Kurdan xeta sor e. Armancgirtina Rojava tê wateya hedefgirtina her çar perçeyên Kurdistanê. Tiştê ku dê Rojava ber bi serkeftinê ve bibe, yekîtiya Kurdan e."DÎMEN HEYE







