Rêxistinên hiqûqê: Gavên bi bandor divê

  • 15:29 21 Çile 2026
  • Rojane
AMED/ÊLIH - Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan bertek nîşanî êrişên ser Rojava dan û got: “Ji bo parastina statuya hiqûqî û siyasî ya Rojava divê di qada navneteweyî de gavên bibandor bên avêtin.” 
 
Bertekên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin.  Baro û rêxistinên mafan li Amed û Êlihê daxuyanî dan û dan zanîn ku ji bo parastina statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava girêdayî hiqûqa navneteweyî divê pêngavên bibandor werin avêtin.
 
Li ber Edliya Amedê daxuyanî 
 
Li Amedê daxuyani li pêşiya edliyeyê hate dayîn û Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku şerê li Sûriyeyê yê sala 2011’an ve ye berdewam dike rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran vekiriye.  Abdulkadîr Guleç bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser Rojava bêdeng nemîne û got: “Aşitiya mayînde û adilane; ne bi tundî û ferzkirina bêstatubûnê bi rêzgirtina îradeya gelan, nasname û baweriyan a girêdayî hemwelatîbûnê pêkan e.”
 
Li Êlihê ji bo Rojava daxuyanî
 
Li Êlihê jî bi pêşengtiya ÎHD û OHD’ê daxuyaniyek hate dayîn û hate xwestin ku êrîş demildest werin sekinandin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye” hate hilgirtin û hate diyarkirin ku êrişên li ser Rojava wijdana mirovahiyê hedef digirin.