‘Em cîhanek bê Rojava naxwazin’
- 09:02 16 Çile 2026
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Rêvebera Dergaha Elewî ya FEDA Levekusen Meryem Çagli, da zanîn ku êrîşên li hember Elewî, Durzî û Kurdên li Sûriyeyê ji feraseta yekparêz diqewim û got divê hemû gel û bawerî li dijî êrîşan rabin û aştiyê biparêzin.
Çeteyên girêdayê Hikûmeta Demkî ya Şamê ku di 6’ê Çile de li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribû didomin. Bi hevkariya navbeynkariya raya giştî a navneteweyî agirbest hat îlankirin û li her du taxan sivîlên birîndar hatin tahliyekirin. Ligel vê bi sedan kes ku di nav de jin û zarok jî hebûn ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.
Rêvebera Dergaha Elewî ya Leverkusen ya girêdayê Federaysona Elewiyan a Demokratîk(FEDA) Meryem Çagli der barê êrîşên HTŞ’ê yên li hember Kurd, Elewî û Durziyan de axivî û da zanîn ku li Sûriyeyê sedema hedefgirtina gelan avakirian feraseteke yekparêz e û bi van êrîşan hewl tê dayÎn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘aştî û civaka demokratîk’ vala bê derxistin. Meryem Çagli bi lêv kir ku li dijî vê divê hemû gel û bawerî aştiyê biparêzin û li dijî êrîşan rabin ser piyan.
‘HTŞ bermahiya DAIŞ’ê ye’
Meryem Çagli daxuyakirin ku êrîş ne tesadufin û êrîş plankirî hatine kirin û pêvajoya didome hewl didin veguherinin hawira şer. Meryem Çagli ev tişt anî ziman: “HTŞ bermahiya DAIŞ’ê ye. HTŞ bi guhertina nav û cilan guherînê najî. Li dijî HTŞ û DAIŞ’ê her tim Kurd hebûn. Kurdan şer kir. Her kes deyndarê Kurdan bû. Ya li dijî êrîş û komkujiyan rawestiya têkoşîna Kurd bû. Bi taybet çima Elewî hedef hatin girtin? Xwestin feraseta yekparêz ava bikin. Ji bo vê jî xwestin Kurd, Elewî û Durziyan biçewisînin û tasfiye bikin. Ev rewş destkeftiyên civakî û siyasî yên Kurdan hedef digire. Yanî ev wek cezakirina Kurdan e. Êrîşên tên kirin zor û zext e. Me Elewiyan tenê li Sûriyeyê ev komkujî nedîtin. Me li Mereş, Sêwas, Dêrsîmê, Çorumê jiya. Lê em tune nebin. Em neçewisînin. Me ji bo aştiyê têkoşîn da. Ev saleke pêvajoya aştiyê heye. Ji bo vê vala derbixin Sûriye xistin nava şer. Ji bo aştiyê her kes çi ji destê wan tê dikin. Emê nebin alava vê.”
‘Em ê banga Birêz Ocalan vala dernexin’
Meryem Çagli destnîşan kir ku Kurd tu carê ne li alî şer bûne û wiha bi lêv kir: “Her tişt ji destê me hat girtin. Hewl dan Kurdan asîmîle bikin. Hewldan baweriya wan tune bikin. Lê bi salane em têdikoşin. Em şer naxwazin. Em li dijî êrîşan jî serî natewînin. Çi ji destê me bê emê bikin. Em ê li malên xwe runenin. Ev gel ne tenê ye. Em cîhanek bê Rojava naxwazin. Wê hesabê vê zilmê bê dayîn. Banga Birêz Ocalan ji bo civakek demokratîk û aştiyê bû. Em heta dawî li pişt vê bangê ne. Em çareseriya demokatîk dixwazin. Em di vê de bi israrin. Wê gel para xwe ji vê bigirin. Ne tenê Kurd, em li gelê Tirk jî binêrin. Dayikên Tirk jî yên Kurd jî digirin. Ger Tirkiye bikeve şer wê xetereyek mezin bê jiyîn. Ji bo ev xetere ava nebe, ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin.”
‘Divê em ji bo cîhanek bê şer dest bidin hev’
Meryem Çagli her wiha da zanîn ku êrîşên HTŞ’ê bi armanca valaderxistina banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dawî lê anî: “Ez bang li hemû rayagiştî ya cîhanê dikim. Bila her kes li wicandê xwe guhdar bike. Gelo ev tiştên tên kirin maf in?Ev civak van heq dike? Li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Ji bo cîhanek bê şer werin em dest bidin hev.”







