ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2026'AN
- 09:00 16 Çile 2026
- Rojev
*Rêvebera Dergaha Elewî ya FEDA Levekusen Meryem Çagli, da zanîn ku êrîşên li hember Elewî, Durzî û Kurdên li Sûriyeyê ji feraseta yekparêz diqewim û got divê hemû gel û bawerî li dijî êrîşan rabin û aştiyê biparêzin. DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta mafê jinan Nasîbe Shamsaeî da zanîn ku berxwedana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne têkildarî hejmaran e têkildarî rûmeta mirovahiyê ye û got:”Azadî pratîka rojane ye.”
*"Bi kurtasî xeta sêyemîn dibe siyaseta civakê. Xwe dispêre tehayulên hevpar, pir alî û pir rêxistibûnê. Dibe siyaseta demokratîk ya îradeya civakê esas digire. Di vî alî de xeta sêyemîn tekabulê siyaseta avaker dike." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Jinan ji ser sînorê Kobanê derbarê êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gotin, "Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li kolanan bin." DÎMEN HEYE
*Nîzamettîn Kabaiş, bavê Rojîn Kabaiş, diyar kir ku lêpirsîna mirina gumanbar a keça wî di bin fermana nepenîtiyê de zêdetirî salekê ye berdewam dike û got, "Piştî hevdîtina me bi Wezîrê Dadê re, ger hîn jî zelal nebe, ez ê biçim avahiya Parlamentoyê, çalakiya rûniştinê li dar bixim û greva birçîbûnê bikim."DÎMEN HEYE







