Gel li ser sînorê Pirsûs–Kobanê meşê li dar dixe
- 13:53 15 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Li hember êrîşên çeteyên HTŞ'ê, gel, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li ser sînorê Pirsûs-Kobanê meşekê li dar dixe.
Meş li navçeya Pirsûs a Rihayê bi pêşengiya DEKUP'ê tê lidarxistin, li hember êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dest pê kirin û bi êrîşên li ser Dêr Hafir û Bendava Tişrînê berdewam kirin.
Di meşa ku bi dirûşmeya "Rojava hêvî ye, wijdan e" tê lidarxistin, pir caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin.
Hûrgiliyên din dê piştre werin eşkerekirin…







