‘Komkujiyên taxan bi fermana Hakan Fîdan hatin kirin’

  • 09:56 12 Çile 2026
  • Rojane
Derya Ren 
 
RIHA –Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê, diyar kir ku taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê li hember herdu dewletan li ber xwe dane û got, "Tirkiye sûcdarê qirkirinê ye û ev yek bi fermana Hakan Fîdan pêk hat."
 
Êrîşên ku di 6'ê Çile de ji aliyê milîsên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li dijî taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine destpêkirin berdewam dikin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku piştî peymana  agirbestê ya bi navbeynkariya navneteweyî, veguhestina sivîlên birîndar ji taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê dest pê kiriye. Birîndarên ku hatine veguhestin û rakirine nexweşxaneyên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Di heman demê de, çeteyan bi sedan kes, di nav de jin û zarok, ji her du taxan revandin. Aqûbeta kesên ku hatine revandin hîn ne diyar e û gelek rêxistinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin ku di nav wan de Kongra Star jî heye, hewldanên xwe ji bo tespîtkirina cihê wan didomînin.
 
Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê, li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
 
'Çalakiyên Fedaî hatin kirin'
 
Emîne Osê, derbarê bîlançoya êrîşên li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên di pênc rojên borî de agahî da û got, "Gelek komên çete yên cuda, di bin navê artêşa Şamê de, bi çekên giran komkujî pêk anîn. Bê guman, ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve jî dihatin piştgirîkirin. Zêdetirî 100 sal in, wan xeyala Helebeke bê Kurd dikirin. Êrîşên wan bi vê ve girêdayî bûn. Îro, wan êrîşên xwe wekî beşek ji vê siyasetê pêk anîn. Hêzên ewlehiyê yên her du taxan berxwedanek mezin nîşan dan. Wan çalakiyên fedakariyê pêk anîn. Çalakiyên ku hatin kirin hêjayî rêz û matmayînê bûn. Di van êrîşan de, bêyî ku jin û zarok bên cudakirin, komkujî hatin kirin."
 
'Bi sedan Ciwan Hatin Revandin'
 
Emîne Osê, bi bîr xist ku ji mehekê zêdetir e ambargo û dorpêç li ser her du taxan heye û destnîşan kir ku temînkiina pêdiviyên bingehîn bi her awayî hatiye astengkirin.Bi sedan ciwan hatin revandin, gelek hatin kuştin. Hîn jî mirov li taxê asê mane. Komkujiyên li dijî mirovahiyê hîn jî têne kirin, gel bi êrîşên bermahiyên DAIŞ'ê re rû bi rû ye,” 
 
‘Kiryarê komkujiyan Tirkiyeye û ev bi fermana Hakan Fîdan hatin kirin’
 
Emîne Osê behsa tiştên ku li her du taxan qewimî kir û got: “Dest bi derxistina birîndaran ji taxan hat kirin. Lêbelê, hîn jî di malan de birîndar hene. Hejmara rast nayê zanîn. Wekî din, sivîl hene ku di malên xwe de hatine kuştin; em negihîştine hejmara wan. Em nizanin çend kes di nexweşxaneyê de asê mane, an çend hatine kuştin. Divê her çar parçeyên Kurdistanê bibînin ku tiştê li Helebê diqewime qirkirina nijadî ye. Pêdivî ye ku meriv wê wisa bibîne û li gorî wê tevbigerin. Tirkiye kiryarê qirkirinê ye li her du taxan û ev bi fermana Hakan Fîdan hate kirin. Dema ku Erdogan ji aliyekî ve behsa demokrasiyê dike, ji aliyê din ve destûr da ku komkujî pêk were. Tiştê ku diqewime êrîşek li ser pirrengiya Sûriyeyê ye. Wisa xuya dike ku hikûmeta demkî nikare li Sûriyeyê mayînde bibe.”
 
‘300 Hêzên ewlehiyê têkoşîn dan’
 
Emîne Osê, diyar kir ku Kongra Star di warê dîplomasiya navneteweyî de ji bo her du taxan dixebite û got, "Me banga mudaxeleya lezgîn kir. Me name nivîsandin. Bêdengiya cîhanê rê li ber komkujiyê vekir. Xelk bûn mertalên zindî da ku pêşî li komkujiyê bigirin. Wan dest bi derxistina birîndaran ji wir kir. Em ê dosyayên li ser komkujiya li her du taxan ji hemû rêxistinên cîhanê re, di serî de NY re, pêşkêş bikin. Em ê ji bo bersiva vê bidin têkoşînê bidin. Em ê vekişîna ji wir wekî têkçûnek qebûl nekin. Ji ber ku 300 hêzên ewlehiyê, zarokên van her du taxan, li dijî hemû amûrên teknîkî li ber xwe dan. Çar rojan, her du taxan li dijî du dewletan şer kirin. Ev îradeya Kurdan nîşan dide."