Berxwedana bê navber: Şexmeqsûd û Eşrefiye -1
- 09:04 11 Çile 2026
- Rojane
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sala 2011'an heta îro taxên Şexmeqsûd û Eşrefiye bi berxwedana xwe tê nasîn. Ji sala 2012’yan pê ve jî bûn sembola ezmûna Rojava û modela xweseriya demokratîk, ji bo ewlehiya gelan, aramiya taxan, mafên şênî û pêkhateyan girîng hat destgirtin.
Bajarê Helebê di hêla netew, bawerî, çand û zimanan de cihek reng û taybet e. Bi taybetî jî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê xwedî li taybetmendiyeke cuda ne. Piranî kurd li taxê dijîn. Her du tax, piranî bi koçberiyê tê nasîn. Ji sala 2011'an heta sala 2026'an, ji ber rewşên siyasî, civakî û aborî her di rojevê de bû. Lê tax her tim bi berxwedanê tê nasîn.
Taxên herî krîtîk
Şêxmeqsûd li ser girekî stratejîk ku li ser piraniya Helebê serwer e hatiye avakirin. Lewma di salên destpêkê yên aloziya Suriyeyê de her hêzekê xwest ku vê herêmê bigire. Ji sala 2011’an vir ve, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, taxên herî krîtîk ên Kurdan bû. Pêla bihara gelan gihîştû tevahiya aliyan. Her çiqasî Heleb di tevlîbûna xwepêşandanan de dereng mabe jî, Şêxmeqsûd û Eşrefiye li pêş bûn.
Modela xweseriya demokratîk
Ji ber dorpêçkirin, pevçûn û qeyranan her di rojevê de bûn her du tax. Di Îlona 2011’an de, "Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk" li rojhilatê Şêxmeqsûd hat vekirin. Ev yekem saziya giştî ya kurd bû. Di Cotmeha 2011’an de hilbijartinên Meclîsên Gel pêk hatin. Di encamê de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Sînem Mihemed ve hat damezrandin. Ev herdû tax ku ji sala 2012’yan û pê ve bûn sembola ezmûna Rojava. Tax bi modela xweseriya demokratîk hat birêvebirin.
Avakirina komên parastinê
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelê herdû tax jî sekna xwe veguherand sazumaniyê û di heman mehê de, di Tîrmeha 2012’yan komên parastinê yên bi navê Lîwaya Şehîdên Eşrefiyê û Lîwaya Berxwedana Şêxmeqsûd hatin avakirin. Sala 2013’yan bû saleke dijwar. Her du tax bi êrişeke dualî ya ji aliyê rejîmê û komên çete re rû bi rû man. 29’ê Adara 2013’yan, rejîmê êrişeke berfireh da destpêkirin û heta 17’yê Nîsanê d kir.
Seferberiya giştî a sala 2016'an
Dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ji aliyê hêzên rejîmê ve 22’yê Îlona 2015’an dest pê kir û sala 2016’an dijwar bû. 20’ê Sibata 2016’an, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) seferberiya giştî îlan kir. 8’ê Adarê, 7 û 8’ê Nîsana 2016’an, taxa Şêxmeqsud bi êrişên kîmyewî yên çeteyên Ceyş El Îslam re rû bi rû ma. Gulana 2016’an, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek weşand û diyar kir di êrişa çeteyan de 83 sivîl ku di nava wan de 30 zarok hene, hatin qetilkirin.
Rejîma Esad hilweşiya
Di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma Esad hilweşiya û bi giştî li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kir. Bi rêveberiya Ehmed El Şara de Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) rêveberiya demkî hat avakirin. Bi rêveberiya demkî jî pirsgirêkên Sûrî nehatin çareserkirin û bêtir li hemberî gelan û bawermendan komkujî pêk hatin. Elewî û Durzî hatin qetilkirin û li hemberî kurdan êriş hatin destpêkirin.
Peymana 10'ê Adarê
Di 10’ê Adarê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şara peymanek ku ji 8 xalan pêk tê îmze kir. Ev peyman di nava raya giştî û cîhanê de deng da û ji bo destpêka pêvajoyeke nû ji bo demokratîkbûna Sûrî gavek erênî hat nirxandin. Lêbelê tevî vê peymanê jî, Hikumeta Demkî ya di rêveberiya Ehmed El Şara de, bi bandorên derve di yekperestî û navendperestiyê de israr kir.
Xalên wê peymanê wiha ne;
* Misogerkirina mafê hemû gelê Sûriyê ji bo beşdarbûna di pêvajoya siyasî de.
* Kurd pêkhateyeke sereke ya dewleta Sûriyê ye û mafên wan ên destûrî hatine misogerkirin.
* Li seranserê Sûriyê agirbest hat ragihandin.
* Yekkirina saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dewletê re.
* Misogerkirina vegera hemû penaberên Sûrî bo deverên xwe.
* Piştgirîkirina dewleta Sûriyê di şerê komên girêdayî Esed û her metirsiyeke din de.
* Daxwazên parçebûnê, axaftinên birik û hewldana çêkirina aloziyê di nav pêkhateyan de red dikin.
* Komîte hewl didin ku hemû xalên peymanê beriya dawiya îsal bi cih bînin.
Peymana 1'ê Nîsanê ji 14 xalan pêk tê
Her wiha di 1’ê Nîsanê de jî di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, peymanek hat îmzekirin. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê, di nav de xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, derxistina hêzên çekdar û birêxistinkirina Ewlehiya Hundirîn hebûn. Ev peyman di pêvajoyek hesas a Sûriyeyê de pêk hat. Di demek ku li herêmên peravê yên Sûriyeyê de komkujî diqewimin û bi taybet binpêkirinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, gavek girîng bû û wek peymaneke 'dîrokî' hat pênase kirin. Lê dorpêç, zext û amborga tu carî li ser herdu taxan jî ranebû.
Xalên peymana 1’ê Nîsanê jî wiha ne;
* Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji taxên bajarê Helebê ne û di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Helebê ne. Parastin û rêzgirtina ji taybetmendiya civakî û çandî ya şêniyên herdu taxan ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane, mijareke girîng e.
* Ev lihevkirina demkî dê heta lihevkirineke domdar a ji aliyê komîteyên hevbeş ve, di pratîkê de be.
* Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.
* Ji bo ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan, çek di nav taxan de tên qedexekirin û tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.
* Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin.
* Hêzên leşkerî bi çekên xwe ji herdu taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vedikişin.
* Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.
* Tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.
* Ji bo hêsankirina tevgera çûnûhatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin.
*Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.
* Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
* Girtiyên herdu aliyan tên berdan û hemû dîlên ku piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, bi hev tên guhartin.
* Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin.
* Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin.
Hem Peymana 10'ê Adarê û hem jî Peymana 1'ê Nîsanê di nava raya giştî de deng da. Ev her du peyman ji bo berjewendiyên gelên ku Sûriyeyê dijîn û her wiha ji bo aramiya Sûriyeyê derfeteke mezin bû.
Ji sala 2011'an heta îro taxên Şexmeqsûd û Eşrefiye di nav berxwedanê de bûn. Ev herdû tax ku ji sala 2012’yan û pê ve jî bûn sembola ezmûna Rojava jî. Her tim modela xweseriya demokratîk, ji bo ewlehiya gelan, aramiya taxan, mafên şêniyan û pêkhateyan girîng dihat dest girtin.







