Rejîma Îranê jinek din qetil kir
- 17:39 10 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Horasanê rejîma Îranê jina bi navê Ekrem Pîrgizî ya tevli protestoyan bibû qetil kir.
Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, dewam dikin. Rejîmê zext û tundiya li dijî çalakgeran zêde kiriye.
Li gorî çavkaniyê herêmî jina bi navê Ekrem Pîrgizî ya ji Neyşabûr ya Horosaniyê de di encama êrîşên hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.







