Kongra Star: Ji Parîsê heta Şêxmeqsûd komkujî didomin
- 16:08 10 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û berxwedana dîrokî ya li Helebê silav kir.
Kongra Star a bajarê Dêrîk û Girkê Legê bi daxuyaniyekê êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin, her wiha şehîdên Komkuijya Parîsê bi bîr anîn.
Daxuyanî li Qada Şehîd Xebat a bajarê Dêrîkê ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Ayhan Murad ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn sembola berxwedana jinên azad û gelên Kurd wê her di dilê me de bijîn.
Kongra Star di derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî wiha got: “Komên çete û dewleta Tirkiyê sucên şer didin meşandin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş dê îradeya gel neşkîne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Helebê diyar kirin.
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin.







