Li Mexmûrê komkujiya 9’ê Çileyê hat şermezarkirin
- 16:51 9 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê komkujiya 9’ê Cileyê ya ku li paytexta Firansayê Parîsê li hemberî hersê jinên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurdistanê Sakîn Cansiz, Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan hat pêkanîn hat şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komkujiya 9’ê Cileyê 2013’an ya ku li paytexta Firansayê Parîsê li hemberî hersê jinên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurdistanê Heval Sara (Sakîn Cansiz), Ronahî (Leyla Şeylemez) û Rojbîn (Fîdan Dogan) hat pêkanîn bi meşek girseyî hat şermezarkirin.
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir li ber parka Rêbertî bi dawî bû.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şehîdên jin ên pêşeng, ala PAJK hatibûn rakirin, her wiha di meşê de dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Bexwedan Gelê Kurd’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedan Rojava’ di hatin qêrîn.
Piştî meş li ber parka Rêbertî rawestayî li wir daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî bi deyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Doza azadiya Kurdistanê destpê kir.
Hevberdevka Komîta Tendirustiyê Nûran Sezîn daxuyanî da.
‘Divê Komkujiya Parîsê ronî bibe’
Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe komkujiya Parîsê ya li hember jinên pêşeng ên gelê Kurd hatî pêkanîn şermezar kir û wiha got: “Beriya 13 salan li peytexta Firansayê Parîsê dewleta ku xwe wek cihê mafê mirovan didin nas kirin, komkujî li hemberî sê jinên pêşeng hat pêkanîn. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Em hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bibîr tînin. Aramaca vê komployê tasfiye kirina tevgera jin bû. Ruhê heval Sara pêşengî ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir. Pêwîste Parîs berpirsê vê komkujiyê derxe holê, ger dernexe Parîs hevkarê vê komkujiyê ye. Hîna hesapê komkijiya yekem nahatî pirsên Komkujiya duyem hat pêkanîn. Parîs li hember Kurdan guneh bare.”
‘Em tim bi wan re ne’
Nûran Sezgîn di dawiya gotinên xwe de êrişên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanên şerezar kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em komkujinê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêktê em şermezar dikin û şehîdên wan bibîr tînin. Divê Rojavayê Kurdistanê ji bîr neke em wek gelê Mexmûr hertim piştevanê wanin. Pêwîste Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Deriyê Sêmalka veke û hevkariya Rojavayê Kurdistanê bike.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.







