Sara, Rojbîn û Ronahî li cihê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

  • 16:49 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), li cihê ku 13 sal berê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.
 
Di çalakiya bîranînê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê hate lidar xistin de, daxwaza edaletê ya ku bi salan e bêbersiv maye, hat kirin. Bîranîn li cihê komkujiyê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, hate lidar xistin.
 
Li ser navê TJK-E Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di bîranînê de axivî û kesên ku di komkujiya Parîsê ya 2013’yan û êrîşên piştî wê yên li dijî gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku komkujî ne bûyerek cihê ye û got ku polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî gelê Kurd heta Ewropayê jî belav bûne.
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku ew di salvegera 13’emîn de daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin û got, “Bila edalet pêk were. Ev bang ne nû ye; Ev daxwaz qêrîna kolektîf a bi hezaran kuştinên kiryar nediyar ên Kurdan e ku ji salên 1990'an vir ve nehatine ronîkirin. Em van êrîşan nas dikin. Duh li Parîsê û Kobanê; îro jî li Rojava bi heman zîhniyetê didome. Armanc ew e ku Kurdan teslîm bigirin û wan ji têkoşînê dûr bixin.”
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gelê Kurd û got ku di şexsê Sakîne Cansiz de têkoşîna azadiya jinan hatiye hedef girtin.
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, anî ziman ku jinên Kurd îro ji bo hemû gelan ji bo edalet, aştî û azadiyê têkoşîn dikin û got ku tu êrîş ew ê nekaribe pêşî li vê têkoşînê bigire.
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, piştre berxwedana li Rojava silav kir, bal kişand ser berdewamiya têkoşîna edaletê û banga tevlîbûna meşa ku wê di 10’ê Çileyê de were lidarxistin, kir.
 
Serokê Şaredariya  Herêma 10’emîn a Parîsê Alexandre Cordebard jî axivî û anî ziman ku eşkererenekirina vê cinayeta ku li navenda Fransayê pêk hatiye, nayê qebûlkirin.
 
Alexandre Cordebard got: ‘’Piştevaniya me ya li gel gelê Kurd berdewam dike. Polîtîkaya bêcezahiştinê li demokrasiyê nayê. Dabînnekirina edaletê rê li ber sûcên nû vedike.’’
 
Encûmena Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsê Elie Joussellin li ser navê Partiya Komunîst axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ger 13 salan beriya niha fail û hêzên li pişt vê komkujiyê bihatana eşkerekirin, wê komkujiya duyemîn a Parîsê pêk nehatibûna. Taloqkirina edaletê , tê wateya berdewamiya sucî.’’
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Genevieve Garrigos jî anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna edaletê ya gerdûnî ye û got: ‘’Em piştgiriyê didin daxwazên gelê Kurd yên rewa û mafdar. Ev bes ne meseleya gelê Kurd e, meseleya hemû kesan e ku ji mafê mirovan bawer dikin.’’
 
Her wiha MRAP, Komeleya Kurdistanê ya Fransayê, SKB, gelek rêxistinên demokratîk ên Kurd û Fransiz û nûnerên şaredariyan beşdarî bîranînê bûn.
 
Di merasîmê de ku di saet û dema komkujî pêk hat de li pêşiya Buroya Enformasyona Kurd a li kolana hejmar 147 a La Fayetteyê hate lidarxistin, xizmên kesên hatine qetilkirin û nûnerên saziyan peymaneke hevpar dan: ‘’Edalet.’’
 
Di axaftinan de ji bo meşa ku wê di 10’ê Çileyê de were lidarxistin, bang hatin kirin û peyama; ‘’Em ji bo hesabpirsînê li qadan in’’ hate dayîn.
 
Bîranîn, li gel berzkirina dirûşmeya sembola mîrateya Sakîne Cansiz û berxwedana jinên Kurd ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ bi dawî bû.