Li Yemenê şewba kolerayê zêde dibe

  • 14:47 9 Çile 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Yemenê şewba kolerayê bi awayekî tirsnak belav dibe û di 22 mehên dawî de zêdetirî 339 hezar bûyerên gumanbar hatine tomarkirin, zêdetirî hezar û 102 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Şerê li Yemenê didome û ji ber kêmbûna ava paqij, xizmetên kanalîzyonê yên kêm, tunebûna hîjyenê û hilweşina pergala tenduristiyê ya ji ber şer, nexweşî û şewb bi awayekî lezgîn belav dibin. Ev yek gihîştina dermankirinê ya di wextê xwe de jî asteng dike.
 
Li gorî rapora ku 8’ê Çileyê ji aliyê Ofîsa Koordînasyonê ya Karûbarên Mirovî ya NY’ê (OCHA) ve hat weşandin, ji Adara 2024’an û ve vir ve li 23 bajarên Yemenê 339 hezar û 371 bûyerên gumanbar ên kolerayê û mirina hezar û 102 kesan hatine tomarkirin.
 
Ev tê wateyê ku rêjeya mirinê ji sedî 0.32. Rêjeya enfeksiyona kolerayê ya neteweyî ji sedî 1 derbas dibe û ev yek jî nîşan dide ku nexweşî li herêmên cuda belav bûye.
 
Rapor, diyar dike ku Yemen li seranserê cîhanê bi yek ji mezintirîn qeyrana kolerayê re rû bi rû ye; tê pêşbînîkirin ku heta sala 2025’an Yemen di belavbûna nexweşiyê de dê bibe sêyemîn welatê herî mezin ê cîhanê û nexweşî gef li jiyana bi milyonan kesan dixwe.
 
Ji ber qirêjiya avê şewb belav dibe
 
Belavbûna nexweşiyê ji ber kêmbûna ava vexwarinê, xizmetên kanalîzyonê yên nebaş, kêmbûna xurekê û xizmetên tenduristiyê yên nebaş, zêde bûye.
 
Her wiha rapor, destnîşan dike ku rêxistinên NY’ê û bi taybetî jî UNICEF’ê, ji bo kêmkirina bandorên şewba kolerayê rêze tedbîr girtine. Hat diyarkirin ku tedbîrên hatine girtin ew in ku li hinek deveran belavkirina kîtên dermankirina îshala akût, piştgirîkirina 3 hezar û 200 navendên lênêrîna tenduristiyê yên seretayî, li 50 navendên herî zêde bandordar dibin xurtkirina xizmetên dermankirinê û ji bo bûyerên krîtîk avakirina 15 navendên pispor.