'Em teslîmiyetê qebûl nakin, em ê taxên xwe biparêzin'
- 13:29 9 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku teslîmbûn û komkujî li ser taxên wan tê ferzkirin, lê belê ew vê qebûl nakin û wan biryar dane ku bi gel û hêzên xwe li taxên xwe bimînin û biparêzin.
Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê têkildarî rewşa dawî ya taxan ku êrişeke giran li ser tê kirin û berxwedaneke xurt lê heye, daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 6'ê Çileya 2026'an û vir ve li ser herdu taxan êrişeke bi çekên giran û bombardûmaneke dijwar heye û hate gotin, "Di van êrişan de mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bi temamî hatin hedefkirin. Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan dide."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Bi van êrişan dixwazin komkujiyê li gelê me yê li van taxan bikin ku bi sedan sal in niştecihê wan e û bi vî rengî bidin koçberkirin. Ango tê xwestin ku demografyaya bajêr û taxên me were guhertin. Her wiha ev êriş bi her awayî tê wateya têkbirina Peymana 1'ê Nîsanê."
Meclîsê diyar kir ku hikumeta veguhêz a Şamê van êrişan di bin navê 'Artêşa Sûriyeyê ya Nû' de bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tîne û got, "Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10 Adarê û 1'ê Nîsanê weke garantor û çavdêr amade bûn jî bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hate rgaihandin ku êriş û xeteriya komkujiyê ya li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike û hate gotin, "Banga ku hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dikin, sepandina teslîmbûnê ye. Lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e.
Di rewşa heyî de li cihê ku çete bi pêş de hatine li dijî sivîlan qetlîam têne kirin. Ango heman kiryar û qetlîama ku li dijî Elewî û Durziyan hatiye kirin li taxên me jî têne pêşxistin.
Her kes dizane ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bombardûmana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Misteşfa me ya taxê a bi navê Xalid Fecir ku ji xwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bordûmanên giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de misteşfe bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemaye. Di warê însanî de krîzekî ciddî heye. Wekî raya giştî jî dizane ev demekî dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên însanî dihate astengkirin. Her wiha rewşa zivistanê rewşa heyî hîn girantir dike."
Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku hêzên hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derekeve. Her weha teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.
Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî bû:
"Em wekî rêveberiya meclîsên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikûmeta Şamê ya ji hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cûda yên Suriyê pêk anîne û bi taybet jî bombardûmana bê ser û ber û qetlîmanên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîne ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.
Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidine misteşfa Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin."







