Ji Meclisa Jinan a DBP'ê daxuyaniya Komkujiya Parîsê

  • 11:33 9 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê, derbarê sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin de wiha got, "Aştî û avakirina civakek demokratîk ku îro dîsa tê nîqaşkirin, ne têkoşîna qediyayî ya Sakîne, Fîdan û Leyla ye; ew têkoşîna wan a berdewam e."
 
Sakîne Cansiz, yek ji damezrînerên PKK'ê, Fîdan Dogan, Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Leyla Şaylemez, endama Tevgera Ciwanên Kurd, di sala 2013'an de li Buroya Agahdariya Kurdistanê paytexta Fransayê, li Parîsê hatin qetilkirin. Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di derbarê qetilkirina sê jinên şoreşger de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
"Em jinên şoreşger ên Têkoşîna Azadî û Aştiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.
 
Her sê jinên şoreşger ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetikirin, bi têkoşîna xwe xwe nîşaneya têkoşîna azadiya jinên Kurd, hafizeya civakî, îradeya polîtîk û pêşerojê bûn. Bi qetilirina wan, xeta bingehîn a azadiya jinê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û hêviya jiyana aştiyane ya gelan hedef hat girtin.
 
Armanca qetlîamê ew bû ku; di şexsê Sakîne Cansiz de xeta azadiya jinê û daxwaza gelê Kurd ya aştî û demokrasiye bê fetisandin. Lê, di vê pêvajoyê derket holê ku; li hember vê êrîşê ne meşa heqîqetê û nejî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan ranewestiya û pêl bi pêl mezin bûn. 
 
Sakîne Cansiz (Sara) bi têkoşîn û sekna xwe ve, feraseta damezrîner a têkoşîna jina Kurd, xeta berxwedanê û birdîzoya jina azad bi awayekî şênber temsîl dike. Li hember zilma zindanên Amedê bi laşe xwe veguhest îradeya berxwedanê û pişt re jî bi jiyaneke rêxistinkirî û bi biryardariyeke polîtîk ve, rastiya ‘’heya jin azad nebe civak jî azad nabe’’ veguhest xeteke dîrokî. Dirûşmeyên ‘’Jin Jiyan Azadî’’ yên ku îro li gelenperiya cîhanê pêl bi pêl belav dibin, di vî warî de ne tesadun in. Ev rewş, yek ji encamên ked û têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê ne. 
 
Fîdan Dogan di qada dîplomasiyê de bû dengê gel û wek siyasetmedareke Kurd lêgerîna çareseriya demokratîk di qada navnetewî de meşand û bi vê têkoşîna xwe roleke mezin lîst. 
 
Leyla Şaylemez jî bi ked û sekna xwe ve enerjiya şoreşgeriyê ya ciwantiyê û têkoşîna jinan li ser xetekê anî cem hev du û weke ku pêşerojê di wê demê de biafirîne biryardariyeke bêhempa meşand. 
 
Li gel 13 salên ku borî, kiryarên qetlîamê hêj jî nehatine zelalkirin û cezakirin. Ev yek jî nişan dide ku; yek ji encamên polîtîkayên bêcezahiştinê û israra bêçareserî hiştinê ye.  
 
Divê neyê jîbirkirin ku, sazkirina aştîyê û avakirina civaka demokratîk a ku îro di rojevê de ye, berdewamiya têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayan e. Tevî bingehên demokratîk ên ku bi pêşengitiya jinan tên avakirin, tevî daxwazên jiyaneke wekhev û azad, meşa li ser xeta têkoşîna wan e.  
 
Bi vê bîr û baweriyê em car din jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em ê her tim xwedî li mîrasa wan a ku ji bo azadî, aştî û têkoşîna jinan afirandin, derbikevin."