ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2026'AN
- 09:00 8 Çile 2026
- Rojev
* Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye ya Îzmîrê Hacer Yeşîlçay da zanîn ku raporên partiyên siyasî yên pêvajoyê, nêzîkatiya wan ya li hember pêvajoyê nîşan dide. Hacer Yeşîlçay got divê pêvajo bi zexteke otorîter nemeşe û got: “Em ê hem aştiyê hem jî têkoşîna li dijî otorîteyê bi hev re ava bikin.” BI DÎMEN
*Endama DÎK’ê Dîlan Aydin peyamên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an û di rojên borî de şandibûn ku li ser Îslama Demokratîk sekinî bû, nirxandin û got: “Di Îslama Demokratîk de armanc ev e ku bê nîşandan gel û baweriyên li ser vê axê dijîn, bi heman rêbazê ligel hev dikarin bijîn û jiyanek wisa pêkan e. Di roja îro de ji ber pratîk û gotinên berovajî vê, ne tehemula li dijî cudahiyan, ne lihevkirin ne jî derfeta ligel hev jiyankirinê hatiye afirandin.” DÎMEN HEYE
*Anja Flach ku di Artêşa Jinan a YAJK’ê de peywirdar bû, bîranên xwe yên bi Sakîne Cansiz re yên ji Zapê heta Hamburgê vegot. Anja Flach wiha got: “Tevî êrîşên baviksalar bi hezkirin, dîsîplîn û berxwedana xwe bû sembola têkoşîna jinan.
*Jin li dijî hedefgirtina mafê jiyanê, şer, tundiya mêr û polîtîka bêcezahiştinê 10’ê Çile de li Enqereyê di mîtînga jinê de wê gotina hevpar bînin ziman. BI DÎMEN
*Bahar Zamanî der barê çalakiyên li Îran û Rojhilat axivî û got: “Gel ji bo qedera xwe têdikoşin. Ne bi hêzeke ji derve. Dixwazin şoreşa xwe bixwe biafirînin. Em vê azadiyê bi mudaxaleyên derve naxwazin.” BI DÎMEN







