Gel û ciwanên Cizîr û Firatê ji bo taxên Helebê seferberî îlan kirin
- 16:59 9 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gel, ciwanên Cizîrê û Firatê bi yek dengî berxwedana gel a Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd silav kirin û ji bo piştgiriyê seferberî îlan kirin.
Di çarçoveya şermezarkirina êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên Helebê û piştgiriya berxwedana gel, li taxan çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Gelê Efrînê ku di 2018’an de li Efrînê rastî komkujî û qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê hat û koçber bû, di sala 2024’an de ji Şehbayê koçî bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin kolanan. Gel li pêşiya Baxê Giştî û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bû. Girse ji wir heta Çerxerêya Şehîdan a li Sûkê meşiya û li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bû. Girse bi yek dengî diruşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî berxwedana Hêzên Parastina Efrînê, Hêzên Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Şêxmeqsûd û Eşrefiyê azad in, Colanî û DAIŞ yek in”. li dijî êrişan çalakî didomin. Gel banga beşdarbûna çalakiyê dike.
Girkê Legê
Gelê bajêr ji pêş Mizgefta Elî Bin Ebî Talib meşiya û seranserê bajar meş domiya. Li Qada Şehîd Xebat meş veguherî mitîngê. Li wir endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Cizîrê Ayhan Murad axivî. Ayhan Murad da zanîn ku êriş û komkujyên li ser gelê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê didomin û got: “Wê tevgera gel heta têkbirina van sûcan raneweste. Girse diruşmên piştgiriyê berz kir.
Dêrik
Bi dehan keç û xortên bajêr bi daxuyaniyekê seferberî ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ragihand. Daxuyanî li pêş Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd parastina herêmê û rûmeta gel temsîl dike. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji bo hevgirtina bi gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd re seferberiyê îlan kirin û gotin: “Bi xakê û parastina gel re em diyar dikin ku nahêlin çete û xayîn taxên Helebê kontrol bikin.” Di dawiyê de hat gotin ku ruhê Kobanê û Bendava Tişrînê bi ser ketiye û wiha hat gotin: “Wê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi ser bixe.”
Eyn Îsa
Tevgera Ciwanên Şoreşger û koçberên Girê Spî li Qada Kampa Girê Spî ya bajarê Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên li taxên Helebê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ji bo piştgiya taxên Helebê hatiye dayîn ji hêla Endamê Tevgera Ciwanan Mehmûd El Omer hat xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên li dijî taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ku dehan welatî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bi sedan kes jî koçber bûn, hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate silavkirin.







