Li Kobanê û Zirganê 3 şoreşgerên jin hatin bibîranîn
- 16:47 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 13'yan a komkujiya Parîsê, Kongra Star li Zirganê û Kobanê bernameya bi bîr anînê li dar xist û bal kişand ser têkoşîna jinên şoreşger.
Ji bo bîranîna yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, di salvegera şehadeta wan a 13'yan de Kongra Star di nav çalakiyan de ye.
Zirganê
Kongra Star îro li gundê Um Hermela ya bajarê Zirganê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi semînerekê bibîr anîn. Di semînerê de jin û mêr jî amade bûn.
Hûda El-Herîrî di destpêkê de her sê pêşeng Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr anî û bal kişand ser rêwîtiya wan a têkoşîna bi salan ya di nav lêgerîna li azadiyê û edaletê û bandora wan a civakî. Jin û mêr bi baldarî guhdar dikirin. Hûda El-Herîrî kujerê her sê jinên pêşeng ji beşdaran re zelal kir û got: "Hedefgirtina pêşengan bi hevkariya MÎT'a Tirk çêbû, paşê bi qetilkirina wî doz hate girtin bêyî ku edaleta rastîn pêk were." Hûda El-Herîrî da xuya kirin ku bi vî sûcê hate kirin dewlet tirsa xwe ya li hember pêşengên jin raxist ber çavan. Çimkî dizanin ku civaka saxlem tenê bi dest û bi rêya şoreşên jinan û pêşengan ava dibe." Di dewama semînerê de Hûda El-Herîrî got ku hewldanên dewleta ku ji bo bêdengkirina dengê azadî û demokrasiyê êrîşên dijwar li dijî pêşeng û fermandaran pêk tîne, wê têk biçe. Hûda tekez kir ku dengê jinan ji bo azadî û aştiyê îro hîn bilindtir dibe.
Hûda El-Herîrî di dawî de got ku wê têkoşîna jin û gelan bidome, heta ku azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidestxistin.
Kobanê
Kongra Star ya kantona Firatê, li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya bajarê Kobanê bernameya bir bîr anînê li dar xist. Di bîranînê de bi dehan jin, nûnerên saziyên civaka sivîl, jinên ciwan, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî amedebûn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama kordînasyona Kongra Star Nadiya Hiso axivî.
Nadiya Hiso ku bal kişand ser têkoşîna hersê têkoşeran û komkujiya ku pêk hat, anî ziman ku; “Em ê ji bo jiyanîkirina pirojeya azadiya jin a ku şehîdên komkujiya Parîsê ji bo wanê jiyana xwe fedakirin, her tim li qadan bin û eniyên herî pêş yên têkoşînê de cih bigirin.”
Paşê sinevzyonek li ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz hat pêşandan ku herî dawî jî helbestvan Nêvîn Mihemed û Tevgera Hîlala Zêrîn helbest û stran pêşkêş kirin.
Di dawiyê de find li gel wêneyên hersê têkoşeran hatin pêxistin ku çalakî bi siloganên “Jin, jiyan, azadî” û “şehîd namirin” bi dawî bû.







