Êrîşên Hikumeta Demkî yên li ser taxên Helebê hatin protestokirin

  • 15:40 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên çeteyên Hikumeta Demkî yên li ser taxên Helebê şermezar kir.
 
Komên çete yên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zenkî yên ku dewleta Tirk perwerde kirin û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne, êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd didomînin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek deveran derket qadan û êrş protesto kir.
 
Dirbêsiyê
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşan û piştgiriya gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd  şêniyan daxuyaniyek li Akademiya Civakî Demokratîk da. Hevserokê Meclisa Bajêr Alan Meîş daxuyanî xwend.
 
Til Hemis
 
Bi sedan xelkê bajêr  bi meşekê êrîşên komên çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin.
 
Xwepêşandan ji pêş Navenda Çandê ya bajêr bi hildana alên QSD’ê û dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" dest pê kir.
 
Li navenda Kongra Star xwepêşandan veguherî çalakiyeke protestoyî. Li wir endama rêveber a Kongra Star a Til Hemîsê Efra El Ebas û endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Emaş El Ebdullah axivîn. Axêveran diyar kir ku berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana bi navê tevahî Sûriyeyiyên azad e, bi saya fedakariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva van êrîşan tên dayîn.
 
Xwepêşandan bi piştgiriya berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê bi dawî bû.
 
Reqa
 
Gelê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek protestûyî li pêş Qada Jin a başûrê bajêr li dar xist.
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl di çalakiyê de daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi top, hawan û tankan êrîşî taxên Helebê dikin. Ev sûcekî dermirovî ya zelal e.
 
Dêrazorê
 
Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê êrîş şermezar kirin. Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Fayiz El Bêk bi amadebûna nûnerên ji Meclisa Rêveber, endamên sazî, komîteyên jinan û komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefgirtina taxên şêniyan sûcekî dermirovî ye, zehmetiyên welatiyan zêde dikin û derfetên kêmkirina rageşiyê û pêkanîna aştiyê qels dikin.
 
Şêniyên piştgirî da berxwedana gelê Şêmxeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd.
 
Tebqa
 
Xelkê kantona Tebqa û koçberên Efrîn-Şehba li dijî êrîşên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de xwepêşandanek li dar xist.
 
Di xwepêşandanê de bi sedan gelê kantonê û koçber, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa û desteyên wê, partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Demokratîk, hêzên leşkerî, meclisên sivîl, oldar, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên jinan amade bûn.
 
Xwepêşandan ji pêş kampa Azadiyê ya koçberan dest pê kir û li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr rewestiya.
 
Li wir berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Mensora Necah El Ehemed axivî. Necah da zanîn gelek caran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên tên kirin, ji Îlonê ve jî di dorpêçeke giran de ne.
 
Necah li ser navê gelê Tebqa û koçberan ev êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir ku komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de bi awayekî hovane û zanabûn êrîşî taxên Helebê dikin.
 
Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi dawî bû.
 
Dêrik
 
Li dijî êrîşên ser taxên Helebê, koçberên Efrîn-Şehba, bi hezaran xelkê Dêrikê xwepêşandanek ji Qada Jinê ber bi kolana Kornîş ve li dar xist.
 
Li taxa Kornîş xwepêşandan rawestî, li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Dêrikê Mehmûd Kalî êrîşên li dijî taxên Helebê şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş redkirina hikumeta demkî ji pirrengiya pêkhateyên Sûriyeyê re nîşan dide.
 
Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Sînan Sîdoş destnîşan kir ku yekrêzî bersiva rastîn a li dijî êrîşên hikumeta demkî li dijî welatiyan e.
 
Sîdoş got, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê modela berxwedanê ne, bi berxweadna xwe hebûn îsbat kir û çareser diyar kir.
 
Tirbespiyê
 
Bi hezaran pêkhateyên bajarê Tirbepsiyê ji Kurd, Ereb, Suryan li dijî êrîşên komên çete yên hikumeta demkî xwepêşadanek li dar xist.
 
Di xwepêşandanê de xwendekarên dibistanan beşdar bûn, qetilkirina zarokan bi destê komên çete yên hikumetê şermezar kirin.
 
Xwepêşandan ji pêş Komeleya Perwerdê ya li rojhilatê bajêr dest pê kir û li sûka navendî belav bû.
 
Xwepêşandan li pêş avahiya Meclisa bajêr sekinî. Li wir endama Însiyatîfa Gel Nalîn Temo axivî û êrîş şermezar kir.
 
Qamişlo
 
Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî hatin şermezarkirin û hikumeta demkî ji van êrîşan berpirs hat dîtin.