Li dijî revandina cenazyên jinên hatin qetilkirin bertek

  • 14:18 6 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Nisêbînê bertek nîşanî kuştina xwîşkên bi navê Sumeyye Khaled Abira û Suheyla Ozdaş da û Hevşaredar Gulbîn Şahîn Daghan got ku kuştina jinan sîstematîk e û kujer tên parastin.
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 4'ê Çileyê de ji aliyê kesê bi navê Muhyedîn Baglan xwîşkên bi navê Sumeyye Khaled Abîra û Suheyla Ozdaş hatibûn kuştin. Jinên Nisêbînê îro xwe amade kirin ku cenazeyên her du xwişkan îro werbigirin û bişînin bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê.
 
Cenaze revandine û şandine Başûrê Kurdistanê
 
Li gel Hevşaredara Bajêr Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan gelek jinên ku çûn ber deriyê Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dîtin ku cenaze şevê din ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin wergirtin û li ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re şandine Başûrê Kurdistanê.
 
Li ser vê pêkanîna rayedarên dewletê girseya jinan li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê daxuyanî da. Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan diyar kir ku ev du roj in bi kuştina her du xwişkan gelekî xemgîn in û wiha axivî: “Ev du roj in du jinên xwişkên hev ji aliyê mêrekî ve hatin kuştin. Me her kêliyê cenaze dişopand û em bi malbatê re jî di nava danûstandinê de bûn. Piştî karê otopsiyê me yê îro cenaze şandiban Rojavayê Kurdistanê. Dema serê sibê em hatin nexweşxaneyê me dît ku şevê din polîsan bi awayekî dizî cenaze şandine Başûrê Kurdistanê.”
 
‘Kujer û kesên cenaze revandine xwedî heman hişmendiyê ne’
 
Gulbîn Şahîn Daghan bertek nîşanî vê pêkanîna polîsan da û got: “Rayedarên ku pêşî li kuştina her du xwişkan negirtin, niha jî cenazeyan bêyî ku jin li wan xwedî derkevin direvînin. Weke jinên Nisêbînê me got em ê xwedî li cenazeyan derkevin. Lê ji xwedîderketinê ditirsin, hişmendiya ku jinan dikuje û hişmendiya ku cenaze revandine heman hişmendî ne.”
 
Daxuyanî bi diruşma, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.