MKG: Li dû xwe mîrateyek bi rümet hişt

  • 15:57 1 Çile 2026
  • Rojane

AMED - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo Huseyin Aykol ê yek ji xebatkarên çapemeniya azad ku di 14’ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqerê piştî xwîn çû ser mejî û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir, peyamek sersaxiyê parve kir. Di peyamê de wiha hat gotin, "Hüseyin Aykol ku di tevahiya jiyana xwe de li pey rastiyê çû û ne tenê bi nivîsên xwe, lê di heman demê de bi nifşên ku wî perwerde kir jî têkoşîna Çapemeniya Azad xwedî kir, mîrateyek bi rûmet li pey xwe hişt."

Komeleya RojnamegerÊn Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo Huseyin Aykol ku yek ji xebatkarên çapemeniya azad û di 14’ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqerê piştî xwîn çû ser  mejî şeva din koça dawî kir, peyamek sersaxiyê parve kir.
 
Daxuyaniya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) wiha ye:
 
"Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em ji ber windakirina Hüseyin Aykol, rojnamegerekî dilsoz ê Çapemeniya Azad, pir xemgîn in. Hüseyin Aykol, enternasyonalîst, mamoste, rahêner, birayekî mezin, heval û hevrêyekî di nav civaka Çapemeniya Azad de, rasterast beşdarî perwerdekirina bi sedan rojnamegeran bû.
 
 
Di tevahiya jiyana xwe de, ew li pey rastiyê çû, û ne tenê bi nivîsên xwe, lê di heman demê de bi nifşên ku wî perwerde kiriye jî têkoşîna Çapemeniya Azad xwedî kir. Wî mîrateyek bi rûmet li pey xwe hişt. Hewldan, rêberî û têkoşîna wî dê di kevneşopiya Çapemeniya Azad de bidome.
 
 
 
Em Huseyin Aykol bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat, hezkiriyên wî, civaka Çapemeniya Azad û hemûyan re dixwazin."