Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin
- 15:32 1 Çile 2026
- Rojane
AMED - Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4’ê Çileyê de li Amedê bihata lidarxistin, ji ber şertên nebaş ên hewayî taloqî dîrokeke pêş hate kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk, plan kiribû ku di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” lidar bixe. Mitîng, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî hate taloqkirin. Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî mijarê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da.
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, geşedanên piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo qewimînin bi bîr xist û got: "Dê di Çileyê de mitîngek bihata lidarxistin. Di vê çarçoveyê de jî di gelek qadan de xebat hatin kirin. Tevî şert û mercên zivistanê jî ev xebat hatin domandin. Di encama vê de tenê daxwazeke gel hebû; azadiya birêz Ocalan. Ji ber şert û mercên zivistanê mitîng hate taloqkirin. Ji bo ku di demên pêş de were lidarxistin dê xebatên me bidomin."
Piştre jî metna daxuyaniyê hate xwendin. Kurdiya metnê ji hêla Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû ve û ya bi Tirkî jî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakût ve hate xwendin.
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Dihat plankirin ku mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 4’ê Çileya 2026’an de were lidraxistin. Lêbelê ji ber şert û mercên nebaş ên zivistana herî dijwar ên salên dawî, mitîng ji bo dîrokeke pêş hatiye taloqkirin.
Pêvajoya amadekariyên mitînga me, careke din nîşan da ku hemû beşên civakê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Bi vê boneyê, mitînga dihat plankirin ji hêlekî ve gihiştiye armanca xwe. Em spasiya tevahiya gelê xwe û hemû avadaniyên xwe dikin ku bi şev û roj ked dan.”







