Gulnaz Bîtîk a ji bin aşûtê hat derxistin jıyana xwe ji dest da
- 15:27 1 Çile 2026
- Rojane
WAN - Gulnaz Bîtîk ku li Şaxê di bin aşûtê de mabû û bi birîndarî hatibû derxistin, jiyana xwe ji dest dabû.
Îro di danê sibehê de li taxeke navenda navçeya Şaxê ya Wanê aşût hate xwarê. Jina bi navê Gulnaz Bîtîk a 61 salî di bin aşûtê de ma û bi saxî hatibû derxistin. Lêbelê Gulnaz Bîtîk bi giranî birîndar bû.
Gulnaz Bîtîk, tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeyê hişyariya aşûtê hate kirin û di vê çarçoveyê de bang hate kirin ku malên beraşût bên valakirin.







