ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 1 Çile 2026
  • Rojev
 
*Çîmen Fîdan ya TJA’yî der barê têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin axivî û got: “Sêvê Pakîze û Fatma bixwe bûn ‘jin jiyan azadî’. Ev her sê heval ‘Jin jiyan azadiyê’ temsîl dikin.” DÎMEN HEYE
 
* Endama PM a DEM Partiyê Hulya Ateşkoç der barê mîtîngîna ‘hêvî û azadiyê’ ya ku wê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê axivî û da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijfteya çareseriya demokratîke. DÎMEN HEYE
 
*Êrîşên li hember taxên Kurd yên li Helebê nîşan dide ku feraseta dewleta yekparêz a rêveberiya şamê neguheriye. Aloziya navbera QSD û Şamê de ne tenê leşkerî, wek hesabpisînek siyasî ya li dijî modela civaka demokratîk a Kurd giran dibe.