Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
- 21:26 30 Kanûn 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jina bi navê Hatîce Tan biguman jiyana xwe ji dest da.
Li Colemêrgê jina bi navê Hatîce Tan li nêzî mala xwe biguman ji cihekî bilind ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî kesên derdorê bûyer dîtin agahî dan û ambulansa hat Hatîce Tan rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû hewldanan Hatîce Tan jiyana xwe ji dest da.
Hat îdiakirin ku Hatîce Tan întîxar kiriye û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







