Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê 2025-12-30 21:26:10   COLEMÊRG - Li Colemêrgê jina bi navê Hatîce Tan biguman jiyana xwe ji dest da.   Li Colemêrgê jina bi navê Hatîce Tan li nêzî mala xwe biguman ji cihekî bilind ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî kesên derdorê bûyer dîtin agahî dan û ambulansa hat Hatîce Tan rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû hewldanan Hatîce Tan jiyana xwe ji dest da.   Hat îdiakirin ku Hatîce Tan întîxar kiriye û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.