Êrîşa nîjadperest a li dijî Leyla Zana hat protestokirin

  • 17:50 18 Kanûn 2025
  • Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî, nîjadperestiya alîgirên Bûrsasporê yên der barê Leyla Zana de daxuyanî da û got: “Êrîşa li ser Leyla Zana nîşaneyek aşkere ya hem nefretkirina ji jinan û hem jî hestên dijî-kurd e.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî, zimandirêjiya alîgirên Bûrsasporê yên derbarê Leyla Zana de, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Zana rûmeta me ye” hat vekirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha rêxistinên Partiya DEVA û CHP’ê yên Wanê jî piştgirî dan daxuyaniyê.
 
‘Qadên werzîşê veguherîne qadên siyasî’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Sendîkeya Kedkarên Tendûristiyê (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglû ve hat xwendin. Fîgen Çolakoglû anî ziman ku li Tirkiyeyê, meydanên werzîşê, bi taybetî stadyûmên futbolê, ji demên berê ve ne tenê qadên pêşbirkên werzîşî di heman demê de veguheriye qadên siyasî ku tê de îdeolojiyên nijadperest, şovenîst, zayendperest û cudakar têne hilberandin. Fîgen Çolakoglû destnîşan kir ku ev veguherîn ne jixweber e, ew encama rasterast a polîtîkayên înkarkirinê yên bi salan, pratîkên bêcezatiyê û zimanekî siyasî ye ku polarîzasyona civakî kûrtir dike.
 
‘Em li cem Leyla Zana ne’
 
Fîgen Çolakoglû di berdewamiyê de wiha got: “Heqaretên zayendî û êrîşên nijadperest ji heman bingeha siyasî derdikevin. Hişmendiya serdest a mêran nikare tehemûl bike ku jin di qada giştî de dengê xwe bilind bikin. Nêzîkatiya înkarker hewl dide daxwazên Kurdan ji bo hemwelatîbûna wekhev û azadiyê bitepisîne. Ji ber vê yekê, êrîşa li ser Leyla Zana nîşaneyek aşkere ya hem nefretkirina ji jinan û hem jî hestên dijî-kurd e. Em li kêleka Leyla Zana û hemû jinên ku ji bo aştiyê têdikoşin, li kêleka gelê kurd û li kêleka hêzên demokrasiyê ne.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Leyla Zana rûmeta me ye” bi dawî bû.