Li Rihayê jinek hat îşkencekirin

  • 16:09 10 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan, Mehmet Bertan îşkence li jina pê re hatiye zewicandin Halime Bertan kir.
 
Li navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê, Mehmet Bertan îşkence li jina pê re hatiye zewicandin Halime Bertan kir. Piştî agahdarkirinê, tîmên bijîşkî û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat îdiakirin ku wesayîta ku sûcdar û Halime Bertan tê de bûn, li zeviyekê qelibiye.
 
Tîman Halime Bertan di wesayîtê de bêhiş dîtin. Di laşê wê de şikestin hat tespîtkirin. Hat diyarkirin ku ajokar Mehmet Bertan di bûyerê de zerar nedîtiye. 
 
Halîme Bertan rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan û di lêkolîna ku hat kirin de derket holê ku Halîme Bertan ne ji ber qezayê ji ber îşkenceyê zerar li bedena wê bûye. Kiryar hat binçavkirin.
 
Dermankirina Halîme Bertan dewam dike û hat diyarkirin ku xeterya wê ya jiyanê jî didome.