Ji bo endamên YJA STAR û HPG'yê şîn hatin danîn, mewlûd hat xwendin
- 15:59 10 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo endamên YJA STAR û HPG’ê şîn hat danîn û mewlûd hat dayîn.
Ji bo Fîlîz Turgut (Kurdistan), Ferman Turgut (Demhat Mamxurî) û Fatîh Turgut (Mazlum Xebat) ên endamên YJA STAR, HPG'ê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, mewlûd hatin dayin.
Wan
Malbatên Fîlîz Turgut, Ferman Turgut û Fatîh Turgut li Wanê mewlûd dan. Endamên Platforma Saziyên Demokratîk û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê tev li bernameya mewlûdê bûn. Girseya ku beriya dayina mewlûdê kom bû, heta mala şînê meş li dar xist û di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî dayina mewlûdê, serdan bi dawî bû.
Agirî
Ji bo Omer Seferoglû jî li Bazîdê şîn hate danîn. Şîn, bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan û bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî hate ziyaretkirin. Destûr nehat dayin malbat şîna xwe li navenda navçeyê dane û li ser vê yekê malbatê şîna xwe li mala xwe danî.
Girse, heta cihê şînê bi dirûşma "Şehîd namirin" meşiya. Dayika Seferoglû, Yildiz Seferoglû di şînê de got: “Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Bila ciwan êdî nemirin. Nehiştin em şîna xwe li mala şînê danîn. Niha pêvajoyek heye û em jî xwedî lê derdikevin lê nahêlin em şîna xwe jî danin. Du kurên min şehîd bûn. Tevî vê jî piştgiriyê didim pêvajoya Rêbertiyê ji bo hemû dinyayê daye destpêkirin. Ev pêvajo ji bo wê ye ku êdî tu dayik negirîn.”
Piştî axaftinan serdanan bi dawî bû.







