Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan name ji NY’ê re şand

  • 15:43 10 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Parêzeren Sûriyeyê ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicihanîn û aştî were teşwîqkirin, name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand.
 
Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û xwest ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav were avêtin.
 
Di nameyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî binpêkirina “mafê hêviyê” hate bibîrxistin û hate diyarkirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqa navneteweyî were mîsogerkirin.
 
Însiyatîfê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, ji bo lihevkirinê gavên pratîk avêt û ragihand ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî biryara DMME’yê ya 18’ê Adara 2014’an mafekî qanûnî ye.
 
Însiyatîfê anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan “mafekî hêviyê” yê weke mafekî navneteweyî hatî mîsogerkirin e û ev yek daxwaza edaletê ya bi milyonan Kurdan nîşan dide. Însiyatîfê bang li NY’ê kir ku dewletên endam teşwîq bike ku biryarên dadgehê pêk bînin û pêvajoya aştiyê xurt bikin.