Jin li Atolyeya Nev Bahçeyê civiyan
- 15:02 10 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Yenîşehîrê di çarçoveya atolyeyên xwe yên ji bo jinan de li Nev Bahçeyê Atolyeya Çaya Zivistanê ya Aromatîk li dar xist.
Li Nev Bahçeyê, ku di bin Rêveberiya Xizmetên Gundewarî ya Şaredariya Yenîşehîrê ya li Amed de ye, atolyeyên pratîkî û perwerdehî ji bo jinan, ku li ser xwezayê disekinin, berdewam dikin. Di çarçoveya van çalakiyan de, Atolyeya Çaya Zivistanê ya Aromatîk hate lidarxistin. Gelek jin beşdarî atolyeyê bûn, ku wan çaya zivistanê ya aromatîk ji nebatan derman û aromatîk ên ku di baxçeyê de têne çandin, amade kirin.
Di dema çêkirina çaya zivistanê de, jinan her wiha xiyar, tûzik û gelek cureyên sebze ku serayan têne çandin, berhev kirin.
Çalakî bi diyarîkirina çaya zivistanê û gelek cureyên nebatan ku li jinan hatin belavkirin bi dawî bû.







