'Parastina maf û azadiyan ji bo civakeke demokratîk pêwîst e'

  • 15:01 10 Kanûn 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Di daxuyaniyên TJA, DBP û DEM Partî ya bi boneya Hefteya Mafên Mirovan hat dayîn de, bal hat kişandin lser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk  û hate gotin ku parastina maf û azadiyan pêwîst e.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek da.
 
TJA: Jênegera civaka demokratîk
 
Di daxuyaniya ku TJA'yê bi rêya medyaya dîjîtal da, hate gotin, "Hefteya Mafên Mirovan a 10'ê Kanûnê careke din  tîne bîra me ku divê civak li ser bingeha aştî, edalet û wekheviyê werin xurt kirin. Wekî tevgera jinan, em diyar dikin ku parastina maf û azadiyan şertek pêwîst e ji bo civakeke demokratîk."
 
DBP: Hemû gel xwedî mafên jiyana azad in
 
Di daxuyaniya ji aliyê DBP ve hat dayîn de, hat gotin ku hemû mirov, bê cudahî, mafê wan heye ku jiyaneke azad û bi rûmet bijîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd, ku ji damezrandina Tirkiyeyê ve hatiye paşguhkirin, nîv sedsal e têkoşîna hebûnê dimeşîne, ku ev jî têkoşîna maf û edaletê ye. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelê Kurd, ku hebûna wî hatiye înkarkirin, di gelek waran de, ji mafê jiyanê bigire heta mafê starbûn, rastî binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran hatiye, di heman demê de ji bo naskirin û jiyaneke mirovî statuyê dixwaze. Di nîv sedsalek berxwedanê de, têkoşîna Kurdan ji bo hebûnê mafên bingehîn ên mirovan - demokrasî, azadî, wekhevî - anî rojeva siyasî ya Tirkiyeyê. Gelê Kurd, ji têkoşîna xwe ya ji bo maf û azadiyan paşve gav neavêt. Bi zindî hiştina siyaseta aştiyê li dijî siyaseta mirinê, Gelê Kurd têkoşîneke mezin a mafên mirovan daye."
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku vê têkoşînê deriyê wê vekiriye, armanc dike ku li seranserê welêt jiyaneke mirovî serdest be û mirov bikaribin mafên xwe yên mirovî  azadî bi kar bînin. Ev pêvajo ku li ser bingeha qanûna gerdûnî ye, armanc dike ku hem mafên mirovan ên takekesî û hem jî maf û qanûnên hemû cudahîyên di nav welêt de di asta destûrî de garantî bike. Ji ber vê yekê, wekî DBP, em serkeftina vê pêvajoyê di pêşvebirina têkoşîna mafên mirovan, ango têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê de dibînin û em ji bo vê yekê têdikoşin.”
 
DEM Partî: Hêviya Aştiyê Derketiye holê
 
DEM Partî diyar kir ku pratîkên otorîter ên zêde dibin ku ne li ser bingeha mafan in, hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê, rejîmek kûr a nezelaliyê afirandine û got, "Ev rewş bi hawîrdora siyasî ya aloz û nepêşbînîkirî ya li cîhanê û bi herêma me ve girêdayî ye. Roja Mafên Mirovan îsal ji bo Tirkiyeyê xwedî wateyek taybet e. Di vê hawîrdora nezelaliyê û bêewlehiyê de li erdnîgariya me, bi pêvajoya ku ji hêla Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk ve hatî destpêkirin, ku balê dikişîne ser çareseriya aştiyane ya birîna me, pirsgirêka Kurd, şerê çekdarî rawestiyay û hêviyek girîng ji bo aştiyê li welatê me û herêma me derketiye holê.
 
Di 77emîn salvegera pejirandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, di pêvajoya avakirina civatek aştîxwaz û demokratîk a welatê me de û di têkoşîna maf û azadiyên civakî de, em bang li hemû partî û pêkhateyên siyasî, beşên civakî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku mafên mirovan biparêzin û wekî beşdarên xwezayî beşdarî vê pêvajoyê bibin.”