Ji bo zarokan dê reze çalaki bêlidarxistin

  • 13:51 16 Mijdar 2025
  • Zarok
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da û bernameyeke çalakiyan da destpêkirin.
 
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da û bernameyeke çalakiyan da destpêkirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya desteyê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna  endamên Desteya Jinan, nûnerên Navenda Lêkolînên Parastina Mafên Jinan, Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Strêk a Zarokan, Desteya Hundirîn, Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan, Weqfa Jinên Azad û saziyên sivîl hat dayîn.
 
Daxuyaniya bi navê Meclisa Zarokan hate dayîn ji aliya rêvebera desteyê Rohat Xelîl ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin “Li ser mafên zarokan nîqaş nabe. Ji ber ku roj ji bo cîhaneke ewle û adilane ji bo zarokan hatiye îlankirin.”
 
Zarok ji mafên xwe bêpar hatine hiştin
 
Rohat Xelîl diyar kir ku li Sûriyeyê zarok hîna dibin qurbanên şerê ku zêdetirî 20 salan dewam dike û got, zarok êşên kişandin, koçber bûne û malbatên xwe ji dest dan, ji mafên jiyana ewle, fêrbûn û tenduristiyê bê par hatin hiştin.
 
Rohat Xelîl bal kişand ser komkujiyên li dijî zarokan hatine kirin û bi bîr xist ku di komkujiya Qomçê de 7 zarok hatin qetilkirin. Her wiha anî ziman ku komkujî binpêkirinên qanûnên navneteweyî û peymanên mafên mirovan e.
 
Rîska tundî û îstismarê
 
Rohat Xelîl  îşaret bi rewşa zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û wiha got: “Bi hezaran zarok ji herêmên dagirkirî wekî Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê hatin koçberkirin, ji mafê vegera ewle bê par in. Ev yek sûcekî qanûnî û mirovî ye. Li kampên koçberiyê jî zarok di mercên giran de ne û fêrbûn û lênerîna tenduristiyê kêm e. Her wiha riska tundî û îstismarkirinê jî heye. Ev jî siberoja zarokan dixe bin gefan de û êşa wan kûrtir dike.”
 
Rohat Xelîl bi navê Meclisa Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev bangawazî kir:
 
*Divê tavilê herkîna xwîna gelê Sûriyeyê raweste, ji ber ku bangîneke mirovî û qanûnî ye ku nabe were taloqkirin.
 
*Li gorî rêgezên edaleta navneteweyî, divê hesab ji kesên sûc li zarokan kirine, were pirsîn û rê neyê dayîn ku ji ceza bifilitin.
 
*Ji bo vegerandina zarokên bi darê zorê ji herêmên dagirkirî koçber bûne divê xebat were kirin û bicihkirina wan li herêmeke ewle were mîsogerkirin.
 
*Divê mafên perwerde, tenduristî û parastina ji hemû cûreyên tundiyê yên zarokan li kampan werin mîsogerkirin.
 
*Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê însiyatîfên aştî û lihevanînê li dar bixin, ji ber ku aştî mîsogeriya herî bilind a parastina zarokan û siberoja wan e.
 
Parastina mafên zarokan ferz e
 
Rohat Xelîl da zanîn ku parastina mafên zarokên li Sûriyeyê ferz e û  bang li tevahî aliyên têkildar kir ku Roja Zarokan a Cîhanê veguherînin roja nûkirina soza parastina zarokan.
 
Di navbera 16-20an de dê bername bên lidarxistin
 
Li gorî bernameyê, di navbera 16-20’ê Mijdarê de dê şahiyên moraldayînê ji zarokên di navend û baxçeyên zarokan ên girêdayî desteyê de werin lidarxistin û di roja dawîn de dê şahiyeke mezin were lidarxistin.