
ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2025'AN
- 09:00 20 Cotmeh 2025
- Rojev
*Hevberdevka HDK’ê Dîdem Yilmaz der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Cînayeta Rojîn Kabaîş ne şexsî ye, berovajî vê pirsgirêkek civakî ye. Divê zexta civakê ya li dijî bûyerê zêdetir bibe.” DÎMEN HEYE
*Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ku tevli ‘Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî’ bû wiha got: “Divê statuya ji bo Kurdî bê nasîn. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê nasîn û nebe zimanê fermî wê ziman qels bibe û her biçe tune bibe.” DÎMEN HEYE