ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-20 09:00:00     *Hevberdevka HDK’ê Dîdem Yilmaz der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Cînayeta Rojîn Kabaîş ne şexsî ye, berovajî vê pirsgirêkek civakî ye. Divê  zexta  civakê ya li dijî bûyerê zêdetir bibe.” DÎMEN HEYE    *Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ku tevli ‘Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî’ bû wiha got: “Divê statuya ji bo Kurdî bê nasîn. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê nasîn û nebe zimanê fermî wê ziman qels bibe û her biçe tune bibe.” DÎMEN HEYE