
MED-DER'ê belgeyên zarokên ku mezûn bûne danê
- 22:36 5 Îlon 2025
- Rojane
AMED - MED-DER'ê belgeyên zarokên ku mezûn bûn dan wan û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), belgeyên serkeftinê dan zarokên ku tevli qursên kurdî bûne. Zarok tevî malbatên xwe beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû ku li vir axivî, destnîşan kir ku divê xwedî li zimanê dayikê bê derketin û got: "Ziman, faktora herî girîng a jiyana me ye. Her gel bi zimanê xwe heye, em jî bi zimanê xwe hene. Zarokên me roj bi roj ji zimanê xwe û çanda xwe dûr dikevin. Lewma divê em xwedî li zimanê xwe, nasnameya xwe û çanda xwe xwedî derkevin."
Paşê helbestvan û nivîskar Mûsa Şanak axivî Şanak jî bal kişand ser girîngiya ziman û helbesta xwe ya bi navê "Wa Pîrozbin Tevlî Me" xwend.
Bername bi kilamên dengbêjan û govendgerandinê bi dawî bû.