
Li Afganistanê erdhej: Zêdetirî 600 kesî mirin
- 12:02 1 Îlon 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li wîlayeta Kunarê ya li rojhilatê Afganistanê êvara roja Yekşemê bi 6.0 pileyî erd hejiya. Zêdeyî 600 kes mirin, herî kêm hezar û 500 kes jî birîndar bûn.
Di encama erdheja li wîlayeta Kunarê ya Afganistanê de ku dikeve ser ser sînorê Pakistanê, li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Hundir herî kêm 622 kes mirin, zêdeyî hezar û 500 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Bakhtar a fermî, bîlanço hîn şênber nebûye; tîm hewl didin xwe bigihînin herêmên çiyayî ku derfetê xwegihandina wan herêman kêm e.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA'ya diyar kir ku erdhej bi 27 kîlometreyan li bakurrojhilatê paytexta wîlayeta Nangahar Celalabadê bi 8 kîlometreyan li binê erdê rû da.
Paytext Kabûl jî di nav de gelek herêm bi erdhejê hesiyan; li hin herêman înternet qut bû. Tîmên alîkariyê ji bo asta xisarê tespît bikin û piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê, kar dikin.
Afganistan li rêzeçiyayên Hindukuş e ku plakayên tektonîk ên Avrasya û Hint lê digihêjin hev, lewma gelek caran erd lê diheje.