TJA çû serdana malbata Rojîn Kabaîş:Gumanbar çima tên parastin?

  • 19:43 5 Îlon 2025
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya TJA’yê malbata Rojîn Kabaîş ya li Wanê winda bû û biguman jiyana xwe ji dest da, hat ziyaret kirin. Di serdanê de wiha hat gotin: “Salek derbas bû lê yek saziyek dewletê bersiva vê pirsê neda. Gumanbarên vê mijarê çima tên parastin. Ronîkirina dosyayê tê wateya ku xwendekarên din yên diçin yurdan di ewlehiyê de bin.”
 
Mirina biguman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ku winda bû û cenzeya wê 18 roj şûnde hat dîtin hîna nehatiye ronîkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên jinan, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan, hevşaredara Sûrê Gulan Onkol çûn serdana malbatê.
 
‘Em ê gumanbaran derxin holê’
 
Adalet Kaya di serdanê de axivî û got ew dozê ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku wê şopdarê dozê bin û wê gumanbaran derxin holê. Adalet Kaya di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Salek derbas bû lê yek saziyek dewletê bersiva vê pirsê neda. Gumanbarên vê mijarê çima tên parastin. Ronîkirina dosyayê tê wateya ku xwendekarên din yên diçin yurdan di ewlehiyê de bin.”
 
Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş jî da zanîn ku wan der barê yurdê de gilîkirine û destnîşan kir ku serê bûyerê tê girtin. Aygul Kabaîş da zanîn ku daxwaza wan eve ku gumanbar bên darizandin.
 
Di serdanê de hat plankirin di salvegera windabûna Rojîn Kabaîş de meşek girseyî pêk bê.