Ji Înîsiyatîfa Manîfestoya Femînîst a Başur bi Lîepollo û Trîmîta re roportaj (1)

  • 09:03 18 Tîrmeh 2025
  • Jineolojî
"Şoreşa Rojava di xweseriya demokratîk de li ser fikrên îlhamê pergala jinan a xweser hat avakirin. Di salên dawî de tevgera jinên krud li ser hewcedariya Peymana Civakî ya Jinan tê meşandin. Bêguman ev nîqaş wê yek ji hîmên girîng yên konfederalîzma jinan be."
 
Akademiya Jineolojiyê
 
Kovara jineoljiyê ev hejmara xwe ji nîqaşkirina Konfederalîzma Jinan a Demokratîk re veqetand. Têkoşîna jinan di esasa perspektîfeke enternasyonal û hevpar de pêş dixînin û vê didin hîskirin. Di sedsala 21’ê de geşedanên tên jiyîn me zêdetir ber bi nîqaş û vegotinê ve dibe. Şoreşa Rojava di xweseriya demokratîk de li ser fikrên îlhamê pergala jinan a xweser hat avakirin. Di salên dawî de tevgera jinên krud li ser hewcedariya Peymana Civakî ya Jinan tê meşandin. Bêguman ev nîqaş wê yek ji hîmên girîng yên konfederalîzma jinan be.
 
Di vê nokteyê de me bi endamên Însiyatîfa Manîfestoya Femînîst a Başûr, Lîepollo Lebohang Pheko û Trîmîta Chakmak re roportaja kir û em vê roportajê pêşkêş dikin.
 
Akademiya jîneolojiyê: Hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin nasîn? Însiyatîfa Manîfestoya Femînst a Başûr çawa derket holê?
 
Lîepollo Lebohang Pheko: Însiyatîfa Manîfestoya Femînîst a Başûr (GFMÎ) di encama nîqaşên bi femînîstên başûr re derket holê, ekîbek me ya koordînasyonê heye. Modelek ya rêxistinbûnê heye. Rewşa dewletên bi polîtîkayên neolîberalîzm xizan dibe bandor li jinan dike. Polîtîkayên van dewletan ewil bandor li jinan dikin. Dewlet kengê di bin êrîşan de bin ewil jinan davêjin plana dawî. Hîpoteza GFMÎ ev e ku jin tevli dewletan nayê kirin û derfeta xwe îfadekirinê nabîne ye.  Di tevgerên bi fikra ‘pirsgirêka neteweyî’ ya Afrîka û Asyayê de jin di plana dawî de tên hiştin. Di salên 1960-70’ê de  ku têkoşîna rizgariya netewî zêde ye pisgirêkên jinan nehatin çareserkirin. Piranî têkoşînên rizgariya neteweyî gihiştin serkeftinê, dewlet hatin avakirin lê dewletan jin avêtin plana duyemîn. Em her tim bûn xizmetkarên tevgerên rizgariya neteweyî ya serdestiya mêr. Navê me li tu derê nehat dîtin. Li dijî vê GFMÎ hat avakirin. Wek platformek hevpar a jinan derket holê.
 
Ez dixwazim behsa bandora jineolojiyê ya li ser me bikin. Sala borî em li Kenyayê hatin gel hev. Vê kelecanek mezin afirand. Vê nîşan da ku divê em girêdayê sînoran nemînin. Naskirina tevgera azadiya Kurd gelek xweş e. Piştre pêvajoya GFMÎ ket dewrê. Têkiliya navbera me hat dîtin ku tifaqek îdeal e. Eleqeya min ya ji bo jineolojî û têkoşîna Kurd ji vir tê. Sînerjiya me ya hevpar ji vir  tê.
 
Trîmîta Chakma: Piştî Lebogangê şûnde di Gulana 2023’yan de tevli xebata GFMÎ bûm. Li dijî nêzîkatiya neqebûlkirina jinên Başûr ez tevli vê tevgerê bû. Em femînîstên Başûrê Global dibînin ku deng û tecrubeyên me her tim li aliyekî tên hiştin. Di forumên femînîst yên global de daxwazên me femînîstên Başûr her tim di bin siya Femînîstên Rojava de dimîne. Carnan  ji bo em mijarên xwe bikin hinek danezan em pir hewl didin. Mînak enduristiyên madenê axa me wêran dikin. Me ji cihê me dikin. Ev ji bo me tehdîd e. Li dijî vê têkoşîn girîng e. Li Başûrê Global ji ber sermayeyê em pirsgirêkên cidî dijîn.
 
Di 15’ê Hezîrana 1964’an de ‘Deklerasyona Hevpar a Heftê û Heft Welatên Pêşketî’ hat îmzekirin û G-77 hat îlankirin. Av avabûn navbera dewletan de (Brezilya, Rusya, Hindistan, Çin, Başûrê Afrikayê, Îran, Misir Etîyopya û Yekitiya Emirtiyên Ereb) de hat avakirin. Ev ji bo piştgiriya berjewendiyên aboriyê yên welatên endam hat kirin.Li Başûrê Global di avabûna navbera dewletan de serdestiya mêr hebûna jinan tune hesiband. Pirsgirêka jinan û dijminahiya li hember jinan di asta navneteweyî de ye. Ji ber vê jî li dijî vê pirsgirêka navneteweyî bersivek navneteweyî pêwist bû. Ji vir ez derdikevim rê.
 
J.A.:Tiştên ku hûn ber bi pêkanîna hedefên we birin hûn dikarin parve bikin?
 
Lîepollo:Bi salan min der barê binpêkirin û bêdadiya dahatuyê de xebat meşand. Ev ji bo min girîng bû. Ev têkildarî exlaq û dîroka min ya şexsî ye. Ez zaroka malbatek têkoşer şoreşger a Başûrê Afrîkayê terk kirine me. Bi salan e ez ji welatê xwe dûr jiyam. Têkoşîna min jî girêdayê vê ye. Bavê min ji bo dîl neyê girtin di 1963’yan de derdikeve derveyê welat. Wê demê pêla girtinên siyasî ya mezin hebû. Mirov bi komî dibirin Grava Robben. Bavê min diçe û dibêje ez ê çend meh şûnde vegerim. Lê 30 salan venegeriya. Dayika min wê demê ducanî ye û li pey diçe. Di bin şertên giran û xeternak de zarok mezin kirin. Her tim têkoşîna siyasî û civakî jî domandin. Em li cihê diman di nava tevgerên pêşketî de bûn. Bi vî awayî temenê ciwan de me fikra femînîst û piştevaniya global esas girt.
 
Trîmîta:Ez ji kabîleya girên Ghakma ya başûrê rojhilatê Bangladeşê têm. Hûn li dîroka Chittagong Hill Tracts'ın (CHT) binêrin, di gotinên Lebohang yên der barê binpêkirinê de her tiştî dibînin. CHT, ya herî mezin Chakma, ji 11 kabîleyên herêmî re malovaniyê dike. Di 1947’an de dema Îngîlîzan Bangladeş terk kirin, bûn parçeyekê Pakîstanê. Îngîlîzan welat ji du lîderiyên Musluman û Hîndu veqetandin. Ji ber vê jî  cihekî ku gelê herêmî biçe tunebû.
 
Ji gelê herêmî re gotin hemû bibin ‘Bengalllî?’ Gelo wê gelê herêmî çawa bibûna Bengallî? Em kabîleyên herêmî ne gorî têkoşîna rizgariya neteweyî bûn.  Di 1960’î de bendavek mezin ava kirin. 50 hezar Chakma ji cihê wan hatin kirin. Li dijî vê Chakmayan li dijî hikûmetê serhildan dan destpêkirin. Di 1997’an de aştî hat îmzekirin. Aktîvîzma min wek jinek herêmî destpê kir lê min dît ku tevgera serdestiya mêr de cihê femînîstan tuneye. Piştre tevli tevgerê jinan yên femînîst bûm.  Lê ev tevger tevgereke STK’yî bû. Pirsgirêkên civaka min nedigirtin dest. Piştre min di Tevgera Jinan a Asya Pasîfîk de û Foruma Hiqûq û Pêşvebirinê de cih girt. Min li wir aydiyetek dît. Projeya Manîfestoya Başûr jî bi min re kelecan afirand. Ev ji bo rêxistibûna derveyê sînor derfetek e; tevgerên cuda, erdnîgarî û çandan di asta global de bi hev girê dide.
 
Nîşe: Beşa duyem a roportajê hefteya pêş tê weşandin.