
‘Em bi bawerî li pêvajoyê dinêrin’
- 09:04 14 Tîrmeh 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
BEDLÎS - Dayikên Aştiyê der barê pêvajoya aştiyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye nirxandin kirin û gotin: “Êdî şer hatin rakirin. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî vê PKK’ê di 5-7’’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Tevî van geşedanan desthilatdariyê hîna gavek navêtiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî de deng da. Piştî bangê PKK’ê 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmek pêk anî û çekên xwe îmha kirin.
Dayikên Aştiyê yên Tetwanê der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.
‘Em ji bo her kesî dibêjin aştî’
Azîze Coşkun daxwaza aştî û azadiyê dubare kir û wiha got: “Em azadiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Kurê min 13 sal in girtiye. Li girtîgehan îşkence heye. Em çûn ber deriyên girtîgehan û hatin. Serokatiya me jî dibêje azadî û aştî. Bêyî aştî aramî jî tuneye.”
‘Bila girtî bên berdan’
Gulperî Yilmaz jî daxuyakirin ku gavên ewil ên pêvajoyê hatine avêtin û wiha domand: “Divê gavên din jî bên avêtin. Em bixwe bawer in. Em dixwazin bi dewletê bawer bin lê dilê me ne rehet e. Divê meclîs beriya biçe betlanê ji bo aştiyê gavan bavêje. Çek bêdeng bûn û hatin rakirin. Divê êdî deriyên girtîgehan vebibin û girtî bên berdan. Em Dayikên Aştiyê dixwazin biçin meclîsê. Em dixwazin biçin û biaxivin. Hêviya me ev e ku dewlet gavê bavêje. Em ji xwe bawer in.”
‘Em bi bawerî li pêvajoyê dinêrin’
Raîfe Orak jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û got ew êdî naxwazin mirin çêbibin û wiha vegot: “Dewlet gavekê bavêje em du heban davêjin. Em bixwe bawer in. Em şer naxwazin. Em bi bawerî li pêvajoyê dinêrin. Em êdî naxwazin gelê Kurd bê binpêkirin. Bila dayik negirîn. Êdî bes e. Em aştiyê dixwazin.”
‘Divê deriyên girtîgehan bên vekirin’
Meryem Korkmaz jî ev nirxandin kir: “Em bang li dayikan dikin. Divê hemû dayikên Kurd û Tirk dest bidin hev. Bila demildest aştî pêk bê. Bila kezeba dayikan neêşe. Êdî bila tabût neyên. Em dayik aştiyê dixwazin. Divê dewlet demildest gavê bavêje. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta ev gav neyên avêtin em bi fikar in.”