
Aktîvîstên TJA’yê: Em di pêvajoyek dîrokî de ne
- 09:03 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
WAN –Aktîvîstên TJA’yê der barê Manîfestoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kiriye de axivîn û got komîsyona tê fikirîn li meclîsê bê avakirin divê demildest bê avakirin. Jinan gotin gel û jin ji Abdullah Ocalan bawer dikin.
Banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a di 27’ê Sibatê de li hemû Kurdistan, Tirkiye û cîhanê deng da û piştî vê geşedanek din a dîrokî hat jiyîn. Di 9’ê Tîrmehê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangek din li gelan kir. Bang bi dîmen hat weşandin û vê jî ji bo pêşketina pêvajoyê hêviyek nû afirand. Li aliyê din jî weşana bidîmen kelecanek mezin afirand. Abdullah Ocalan di ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ ya aşkera kir de da zanîn ku divê bi hiqûqa giştî û stratejiya siyaseta demokratîk bê aşkerakirin. Abdullah Ocalan diyar kir ku ev pêvajo dîrokî ye û qederê diyar dike.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê ‘Manîfestoya civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn.
‘Em di pêvajoyek dîrokî de ne’
Aktîvîsta TJA’yê Harîka Peker da zanîn ku ew di alî çareseriya pirsgirêka Kurd de di pêvajoyek dîrokî de ne û wiha got: “Bi banga 27’ê Sibatê derbasî qonaxek nû bû. Têkoşînek azadiyê ya 52 salan a azadiya Kurd heye. Bi sed salan e siyaseta înkar û îmhayê tê meşandin. Ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn û krîzên Tirkiye tê de ye çareserî ferz e. Birêz Ocalan di demek wisa de bi metna bangê re bi civakê re hat gel hev. Di bangê de lezgîniya aştî û civaka demokratîk anî ziman. Bi banga 27’ê Sibatê re PKK’ê agirbest îlan kir û piştre kongreya xwe kom kir û biryara feshê da. Ev gavên girîng bûn. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê dewlet gavan bavêje. Em heta dawî piştgiriyê didin modela ku Birêz Ocalan daniye holê. Di rewşa geşedana qanûnî û hiqûqî neyê jiyîn de wê pêvajo negihêje armancê. Manîfestoya Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên cîhanê alternatîf e. Em dizanin ku banga Birêz Ocalan banga jiyanek nû, demokratîk û wekhev e. Ji bo ev bikeve jiyanê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”
‘Divê demildest komîsyon bê avairin’
Harîka Peker wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê me wek tevgera jinan gelek xebat pêk anîn. Di çarçoveya van xebatan de em bi jinan re hatin gel hev û me pêvajo ragihand. Krîzên ku Tirkiye tê de ne hene. Gelek rewş hene. Li Tirkiyeyê krîzên cidî yên demokratîkbûnê hene. Ji bo vê divê bi pêşengiya jinan xebat bên meşandin. Em bi mehane bi gelan re bi jinan re tax bi tax gund bi gund kolan bi kolan digerin û ji bo pêvajo bê fêmkirin xebatan dimeşînin. Komîsyona ku divê li meclîsê bê avakirin divê demildest bê avakirin.”
‘Gel û jin bi Birêz Ocalan bawer in’
Harîka Peker balkişand ser banga bi Abdullah Ocalan a bi vîdeoyê hatiye parvekirin û got: “Ji ber vê em gelek kelecanî bûn. Piştî 26 salan me dengê wî bihist. Vê kelecanek mezin afirand. Gel û jin bi Birêz Ocalan pir bawer in. Ew muxatabê ewil e û ew dikare pirsgirêkê çareser bike. Ji vir şûnde peywir dikeve ser milê dewletê. Divê demildest gav bên avêtin.”
‘Erênî pêşketina pêvajoyê em kelecanî kir’
Berîvan Polat jî balkişnd ser banga 27’ê Sibatê û got vê bangê hêvî û kelecanek mezin bi gelan re afirandiye û wiha anî ziman: “Piştî salan şûnde cara ewil min Birêz Ocalan dît. Ez pir kelecanî û kêfxweş bûm. 26 salan şûnde min dengê wî bihist. Her kes kelecanî bû. Em dixwazin pêvajo erênî pêş bikeve. Me tenduristiya wî mereq dikin. Piştî vî dîmenî başbûna wî hêz da me. Divê desthilatdarî ji bo pêvajoyê gavên girîng bavêje.”
'Dora dewletê ye ku gavê bavêje'
Sînem Seven jî daxuyakirin ku bi peyama dîrokî ya 27’ê Sibatê re PKK’ê jî gavên mezin avêtine û bi banga sedsalê re gavên hatine avêtin bi gelan re hêviyek mezin afirandiye. Sînem Seven ev tişt anî ziman: “Serokatî û PKK’ê gavên girîng avêtin û lê aliyê hember hîna tiştek nekiriye. Vê jî bi gel re bê bawerî afirand. Divê ji bo serokatiyê mafê hêviyê bê nasîn û Rêberê gelê Kurd bihêje mafê azadiya fîzîkî.”