Karwanê Silêmaniyê di rê de ye:Ji bo şahidiya dîrokî em di rê de ne
- 18:30 10 Tîrmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX – Ji rêwitiyên Silêmaniyê ku ji Amedê derketin rê, aktîvîsta TJA’yê Çîgdem Fîdan, Endama MYK’a DEM Partiyê Îlknur Bîrol gotin: “Em ji bo şahidiya dîrokê bikin di rê de ne.”
Komeke ku siyasetmedar, nûnerên rêxistina civaka sivîl, rojnameger û nivîskar jî nav de ya ji 150 kesî pêk tê ji bo merasîma ku PKK’ê li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê pêk tîne temaşe bikin ji Amedê derketin rê.
Gelek vê sibehê ji bo merasîmê temaşe bikin ketin rê. Di komê de hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Herêman( DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Baydinir, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete, hevseroka giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter û ji MED TUHAD-FED’ê kes di komê de cih digirin.
Karwanê gihişt Cizîr a Şirnexê li vir sekinin. Aktîvîsta TJA’yê Çîgdem Fîdan û endama MYK’a DEM Partiyê Îlknur Bîrol gotin ji bo şahidiya dema dîrokî bikin di rê de ne.