Li bilindahiya Feraşînê dengê jinan

  • 09:04 30 Hezîran 2025
  • Jiyan
 
Dîlan Babat – Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX – Li zozanên Feraşînê, dengbejên jin di nav zehmetiyên jiyana koçer de bi klamên xwe hem berxwedanê hem jî bîranînê zindî dihêlin. Kevneşopiya devkî ya bi sedsalan li çiyayan bi dengê jinan dîsa deng vedide.
 
Li Zozanên Feraşînê ku li navçeya Elka Şirnexê ye, mehên havînê ne tenê ji bo xwezayê, lê di heman demê de ji bo çandê jî jiyanê tîne. Dengê dengbejên jin bi dengê zengilên heywanan û gurîna bayê re tevlihev dibe. Dengbêjiya ku bi sedsalan e hilgirê wêjeya devkî ya Kurdî ye, vê carê li çiyayan bi dengê jinan deng vedide. Destan, şîn û çîrokên evînê yên jiyana koçeran ên ku li ser rêyên koçberiyê, di konan de û li dora agir hatine vegotin, îro li Feraşînê bi zimanê jinan ji nû ve zindî dibin. Ev dengbejên jin ku bi dengê xwe paşerojê dibin pêşerojê û rêberiya civakê dikin, ne tenê distirên, ew bîranînan diafirînin, li ber xwe didin û wan zindî dihêlin.
 
Dengbêj serê sibehê bi dotina şîr, bi gotina “Çanda me bi dengên me dijî” û bi klamên di bin stêrkên şevê de dibêjin, xatir ji rojê xwestin.
 
Çanda dengbêjiyê îro jî ligel hemû bişavtinan jî li zozanên Feraşînê bi destên jinê tê zindîkirin.
 
Koçberiya ji gundan ber bi bajêr ve 
 
Şehrîban Bor a ku dengbêjiyê dike, ji temenê xwe yê biçûk ve bi tevî dayika xwe bêrîvaniyê dike û dibêje ji ber vê yekê ew vê kevneşopiyê dide jiyîn. Şehrîban Bor, wiha got: “Berê me pezê xwe nêzîkî malên xwe xwedî nedikir, me pezê xwe li dû xwe dibirin û di saetên serê sibê de diçûn zozanên cuda. Berê jiyana me gelek xweş bû. Lê di salên 90’î de piştî ku êrîşên li dijî gundên me dest pê kirin û gund hatin valakirin wê demê em zehmetî jiyan. Piştî ku em ji gundê xwe derketin me nizanibû em çi bikin. Ji ber vê yekê em ji neçariyê koçî Wanê bûn. Kesên ku ev zilm li me kirin xwedê qebûl neke. Îro bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Kesek nizane ev kes çima di girtîgehan de ne? Li ser şahidên veşartî îro bi dehan ciwan di girtîgehan de tên girtin. Xwedê vê yekê çawa qebûl bike? Dibêjin bila çekên xwe daynin, ma tenê bi çekdanînê dibe? Way çek danîn wê demê çima gav nayên avêtin? Em kurd in, ew me bikûjin jî em xilas nabin.”
 
Di temenê biçûk de dest bi dengbêjiyê kir
 
Şehrîban Bor, destnîşan kir ku ligel hemû êrîşan jî ew îro careke din vegeriyane ser ax û gundê xwe û dibêje hewaya vê derê ya ji Wanê xweştir e. Şehrîban Bor, wiha domand: “Li gundan mirov di nav jiyanek xwezayî de dijî. Tu kesek bi hêsanî qeyrana dil derbas nedikir. Lê îro li bajaran em bi gelek nexweşiyan dikevin. Ez serê sibehê heta êvarê li vê derê bixebitim jî tu carî nawestim. Berê li van deran zêde xanî hebûn. Hertim mêvanên me dihatin. Lê ji ber di demên berê xaniyên me hatin şewitandin û hilweşandin niha zêde kes liv ir tuneye. Li vir kesek nema. Em jî piştî qedexeyên vir bi dawî bûn vegeriyan ser axa xwe. Berê bavê min radyo dianî, stran ji me re digot. Em ji radyoyê hînî wan stranan bûn. Her çiqasî min guhdar kir, min dest bi dengbêjiyê kir. Min di temenê gelek biçûk de dest pê kir.”
 
‘Em çanda xwe biparêzin’
 
Şehrîban Bor, diyar kir ku ew ji bo zindanan û kesên jiyana xwe ji dest dane stranên xwe dibêje û destnîşan kir ji malbata wê kesek di girtîgehê de tuneye û got kesên hemû girtîgehan de ne zarokên wê ne. Şehrîban Bor, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê dema dawetên me hebûn jinên koçer dihatin û me bi hevre stran digot. Lê îro çanda dengbêjiyê zêde nemaye. Ji ber vê yekê em çanda dengbêjiyê biparêzin û bidin jiyîn.”
 
Du xwişk û du dengbêj  
 
Asya Abî (60) û Hazal Abî (58) ku li gundê Germava Elkê ji dayik bûne û dengbêjiyê dikin, gotin ku ew berê diçûn zozanan, bêrîvantî dikirin û li wir stranên xwe digotin. Asya Abî û Hazal Abî, da zanîn ku di nava malbatan wan de gelek dengbêj hebûne û ew dengbêjiyê ji dayika xwe hîn bûne. Hazal Abî, wiha got: “Zarokatiya min li van zozanan derbas bû. Ji malbata min hemû dengbêj in. Em di dawetan de stranan dibêjin. Ez ji zarokatiya xwe ve ji xwişka xwe qet veneqetiya me. Ji ber vê yekê em bi giştî bi hev re stranên xwe li ser kurdan dibêjin.”