
‘Jin ji xwe re rol û peywirê esas digirin’
- 09:05 27 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sevda Çelîk Ozbîngol, balkişand ser konferansê û got di esasa avakirina civaka aştî û demokratîk de, jinan rol û peywir ji xwe re esas girtine.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd navbera 21-22’ê hezîranê de 3’emîn konferansa xwe bi şîara ‘Bijî yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve’ li Amedê konferansa xwe pêk anîn. Jinan di konferansê de gelek mijar nîqaş kirin û encamname weşandin.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokratîk (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol kut evli konferansê bû nirxandin kir.
‘Em têkoşîna yekitiyê dimeşînin’
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku jinên Kurd di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî hêza çareseriyê ne û di pêvajoya heyî de jî ji ber vê rola wan girîng e. Sevda Çelîk Ozbîngol wiha dirêjî dayê: “Tevgera Jinên Kurd di vî alî de vê yekitî û xebatê xwedî dike. Platforma Jinên Kurd sêyemîn konferansa xwe pêk anî. Jinên Kurd dizanin ku xwedî hêza çarseriyê ne.”
‘Konferansek xurt pêk hat’
Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku Platforma Jinan a Kurd xebatên xwe ewil bi çend jin û pêkhateyan daye destpêkirin û wiha dirêjî dayê: “Me wek Platforma Jinên Kurd, her çiqas demên neyînî jiya jî bi xwedîderketineke xurt, me konferansek xurt pêk anî. Em Platforma Jinên Kurd xebat û pêşketina xwe ji pisgirêkên tên jiyîn serbixwe nabînin.”
‘Jinên Kurd çareseriyê diafirînin’
Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyakirin ku Platforma Jinên Kurd di esasa avakirina civaka aştî û demokratîk de, jinan rol û peywir ji xwe re esas girtine. Sevda Çelîk Ozbîngol wiha anî ziman: “Platform, di mijara yekitiya Kurdistanê û di mijara ku berpirsyariyê bigire ser xwe de nêz dibe. Nîqaşên îro derbarê pêvajoyê de tên kirin, derdixe holê ku jinên kurd di çareseriyê de çiqas afrîner û xwedî potansiyela ku civaka demokratîk û aştiyane diafrîne. Jinên Kurd der barê pêvajoyê de xwe berpirs hîs dikin. Bi vê hişmendiyê jî wê civaka demokratîk bê avakirin.”