
‘Werîşe Muradî ji dermankirinê bê par tê hiştin’
- 12:20 27 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Azadî ji bo Werîşe Muradî balkişand li ser binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam ên girtiyên siyasî û ragihand ku Werîşe Muradî ji dermankirinê bê par tê hêlan û rewşa wê ya tenduristiyê metirsîdar e.
Kampanyaya Azadî ji bo Girtiya Siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li ser veguhestina girtiyên siyasî li girtîgeha Qereçik a li başûrê rojhilatê Tehranê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de qala bandora êrişa dawî ya Îsraîlê li ser girtîgeha Evînê hate kirin û wiha hate ragihandin: “Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, beşa girtiyên siyasî ya jinan a girtîgehê ji bo Girtîgeha Qereçik hate veguhastin. Ev yek jî şert û mercên jiyanê û gihîştina xizmetên bijîşkî ji bo girtiyan, taybet ji bo kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, pir dijwar kiriye.”
Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku Werîşe Muradî ji wergirtina çareseriya pizîşkî bê par tê hiştin û rewşa wê ya tenduristiyê metirsîdar e.
Kampanyaya Azadî ji bo Werîşe Muradi di daxuyaniyê de banga demildest dabînkirina xizmetguzariya tenduristiyê ji bo girtiyên siyasî kir. Her wiha daxwaza bê şert û merc azadkirina Werîşe Muradî û şandina nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê kir.
Hêjayî gotinêye ku di 17’ê Hezîrana 2024’an, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.