Derbarê rojnameger Rabîa Onver de biryara neşopandinê

  • 15:19 25 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
WAN – Ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên rojnameger Rabîa Onver derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi encam bû. 
 
Rojnameger Rabîa Onver ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal bi îddiaya "Bi awayekî eşkere gel ber bi nefret û dijminatiyê ve teşwîq dike" hatibû sûcdarkirin û Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê Rabîa Onver de lêpirsîn dest pê kiribû.  
 
Dozgeriyê diyar kir ku parvekirinên Rabîa Onver di çarçoveya azadiya ramanê de ye û dosya girt.