
ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 21 Hezîran 2025
- Rojev
*Franzîska Stîer ku piştgirî da kampnayaya "Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" wih agot: “Em tevli kampanyayê dibin ji ber ku hêviyê dide. Konfederalîzma demokratîk ji bo mirov di nava aştiyê de bijîn rêyeke siyasî nîşan dide û banga aştiyê jî tevî hemû rîskan, îradeya pratîk datîne holê.”DÎMEN HEYE
*Endama Komîsyona Xwendekaran a SES’ê Zekiye Zîlan Çelîker, bertek nîşanê pergala serdest a di pergala tendurirstiyê de û serdestiya li ser jinan da û got: “Xwegîhandina jinan a xizmeta tenduristiyê û bedena jinan li gorî pergala serdest ya mêr hatiye teşekirin. Şifakariya ku berê jinan pêşengiya wê dikir îro veguheriye qada ku li ser jinê kontrola xwe dike ye.” DÎMEN HEYE
*Endama hiqûqê ya Piştevaniya Mor Sezen Ezer da zanîn ku têkoşîna jinan a li dijî qetilkirina Bahar Aksu, bandor li pêvajoya darizandinê kiriye û îdianame bi berfirehî hatiye amadekirin. Sezen Ezer got: “Ji bo em xwedî li maf û jiyana xwe derkevin divê em têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin. Ji yekitiyê wêdetir çareya me nîne.” DÎMEN HEYE
*Mamoste Evren Nesîl Dînçer ku bi hinceta dersa zayenda civakî vegotine der barê wan de lêpisîn hat vekirin, da zanîn ku divê wekheviya zayenda civakî bibe ders û got wê têkoşîna xwe ya hiqûqê bibin DMME’yê. DÎMEN HEYE