ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 20 Hezîran 2025
  • Rojev
 
*Di mîtolojiya Yewnan de Phîllmena ji aliyê hevjînê xwişka xwe ve rastî destdirêjiyê tê û ji bo neaxive zimanê wê tê birîn û hepsê kulubeyekê tê kirin. Phîlomena bi risandinê bêdengiya lê tê ferzkirin dişkîne û agahiyê dide xwişka xwe. Di Mezopotamyayê jî êşên nayên ziman hene.
JINEOLOJÎ
 
*Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî balkişand ser binpêkirina mafan yên di riyên koçberiyê de li hember jin û zarokan pêk tên û got: “Ji bo rayedar li dijî van pirsgirêkan berpirsyariya xwe bînin cih û hişmendiya civakî ava bibe em ê bixebitin.” DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Partiya Keskan a Kibrisê Dr. Elena Lîmbourî Kozakou da zanîn ku baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi azadiyê pêvajo aniye vê astê û wiha got: “Nêrînên Abdullan Ocalan yên ji bo aştiyê riya çareseriyê ye.”
 
* Ji Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê Doktor Ayşe Ozdamar da zanîn ku her cureyê tiryakbûnê girêdayê tundiya civakiye û taktîka şer e. Ayşe Ozdamar danî ziman ku wê têkoşîna li dijî hişbirê tu car ji rojevê de nexînin. BI DÎMEN