Yekitiya Jinên Ciwan a Hecînê dewreyeke dirûnkariyê vekir

  • 12:42 19 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hecînê ya kantona Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê ya dirûnkariyê da destpêkirin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê, bi beşdariya hejmareke jinên ciwan dewreyeke perwerdeyê ya dirûnkariyê da destpêkirin. 
 
Yekitiyê diyar kir ku armanca vekirina dewreyê piştevaniya jinên ciwan û dabînkirina derfetên kar ji wan re ye.
 
Di perwerdeyê de dê waneyên li ser dirûtinê werin dayîn. Di dawiyê de dê bawername li wan werin belavkirin.
 
Jinên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûne kêfxweşiya xwe anîn ziman û da zanîn ku perwerdeyên wiha jêderên debarê biafirînin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Hecînê diyar kir ku dê di demên pêş de dewreyên kompîtur, rêvebirina ofîsan û hemşîretiyê jî vekin.