‘Sedema herî mezin a koçberiyê şer e’

  • 10:40 14 Hezîran 2025
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka GOÇ DER'ê Medya Alkan, diyar kir ku ji koçberiya tê ferzkirin herî zêde jin û zarok bi bandor dibin û anî ziman ku sedema herî mezin a koçberiyê şer e.
 
Her çend şerên ku ji hêla serdestan ve têne destpêkirin roj bi roj li gelek deverên cîhanê belav dibin jî ev pirsgirêk dibe sedema koçberiya mirovan. Her çend koçberî bandorê li her kesî bike jî herî zêde li li jin û zarokan dike. Ji ber ku ew herî zêde bi binpêkirina mafan re rûbirû tên. Mirov vê jî dikare li bajarên Kurdistanê ku bi rêbaza şerê taybet tên rêvebirin bibîne.  
 
Hevseroka Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Medya Alkan jî li ser bûyerên ku di dema koçberiyê de pêk tên nirxandin kir. 
 
'Gelek cureyên koçberiyê hene'
 
Medîa Alkan ku  diyar kir koçberî serdemekê ve dike û yekê digire e, anî ziman ku gelek seemên koçberiyê hene û wiha got, "Sedema herî mezin ji van sedeman şer û polîtîkayên şerê taybet e. Di salên 90î de, li gundan nifûs kêm bû, bajarvanî û guhertinên demografîk çêbûn. Di vê rewşê de, mirov ber bi ewropayê ve koçber bûn. Ev koçberî ne li ser bingeha aboriyê bû, ew polîtîkayên li ser bingeha asîmîlasyonê bûn. Koçberî gelek cureyên wê hene, asîmîlasyon, aborî, çand û huner û  cureyên wê yên sosyolojîk hene. Armanc ne koçberkirin e, ew rêbaza netewdeletan a gelan li gorî xwe dîzaynkirin e."
 
'Herî zêde jin û zarok ji vê koçberiyê bi bandor dibin'
 
Medya Alkan diyar kir ku kapîtalîst wêrankirina aborî dikin û got ku li gundan kanên madenê tên vekirin, dar tên qirkirin û ew berhemên ku ji bo pergala kapîtalîst xizmetê dikin di berjewendiya wan de hildiberînin. Medya Alkan got, "Yek ji komên ku ji koçberiyê herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in. Jin û zarokên ku piştî şerê Rojava hatine vir nizanin ka pêvajoya hiqûqî ya welatekî cuda çawa ye, wan di wê qadê de kêmasiyên mezin dîtine û hîn jî dijîn. Zextek mezin li ser wan hebû. Yek ji van zextan zexta malbatê ye. Zexta malbatê dihêle ku jin hîs bikin ku di navbera çar dîwaran de asê mane. Qad tune ku ew bikaribin tê de têkilî daynin û qad tune ye ku ew bikaribin standardên jiyana xwe saz bikin. Çewtiya herî mezin jî zarok dijîn. Di vê rewşê de, zarok di  jiyanê de zehmetiyan dikişînin. Li jinan tundî tê kirin  û ji bo vê yekê çareseriyekê peyda nakin."
 
'Divê li herêma koçberiyê tercûman hebin hebin'
 
Medîa Alkan, ku destnîşan kir dînamîkên bajêr ên herêmî di koçberiyê de diguherin, got, "Herêma koçberiyê herêmeke dînamîk e. Divê qadeke ku li ser koçberiyê dixebite were afirandin. Divê ji her herêma ku koçberî lê hatiye ferkir mirov bikaribin bi vê qadê re têkiliyê daynin. Divê tercûman hebin ku koçber bikaribin xwe bi rehetî îfade bikin û bi zimanê xwe biaxivin. Divê ew bikaribin ji herêma tenduristiyê sûdê werbigirin. Divê ew bi kesên li herêma koçberiyê re di têkiliyê de bin û bibin alîkar da ku ew bi hêsanî ji vê pêvajoyê derbas bibin."